Li Sêrtê di çarçoveya "Hefteya Qehremaniyê" de bi hezaran kes ji bo bîranîna fermandarê ARGK’ê û yek ji pêşengên PKK'ê Mahsun Korkmaz ber bi Newala Qesaban ve meşiyan. Li Amedê goristan hate ziyaretkirin li Îzmîrê jî bîranîn hat lidarxistin.
Nûnertiya MEYA-DER'ê ya Sêrtê ber bi Newala Qesaba ve meşek girseyî li dar xist. Bi hezaran welatiyên li ber Nexweşxaneya Dewletê hatin cem hev di çarçoveya bernameyên "Hefteya Qehremaniyê" de ji bo bîranîna yek ji pêşengên PKK'ê Mahsun Korkmaz (Egîd) bi pankartên, "Ji Dihê û Şemzînan heya Kobanê û Şengalê em hemû şehîdê şoreşê silav dikin", "Ji bo sûcên mirovahiyê divê gorên komî yên li Newala Qesaba bên vekirin" û "Em Egîdên Newala Qesaba bi hûrmet bibîr tînin" hatin vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahsum Korkmaz (Egîd) dest bi meşê kirin. Malbata Korkmaz, ÎHD, Dayikên Aştiyê, HDP, BDP û gelek welatiyên li derdorê hatin tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşma, "Şehîd namirin" hatin berzkirin û meş li Newala Qesaba bi dawî bû. Piştî meşê rêzgirtin pêk hat.
Piştre Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan axivî û diyar kir ku di şexsê lehengên li Newala Qesaban hemû berxwedaran bi hûrmet bibîr tîne û wiha got: "Li welatekî demokrasî heye yan na herî baş li wî welatî mirin çawa hene mirov fêm dike. Welatê me bi komkujî û mirov li kolanan hatin qetilkirin e. Têkoşîna Kurdan ji bo bi azad nasname, ziman û baweriya xwe bijîn."
'GUH BIDIN MANÎFESTOYA AŞTIYÊ YA OCALAN'
Bakirhan anî ziman ku Ermenî Suryanî û Keldaniyên li Kurdistanê ji komkujiyan re derbas kirin û bi zorê koçber û asîmîle kirin û wiha axivî: "Ciwanên Kurd jî teqez dest ji nasname xwe bernedan û bernadin. Êdî bes e."
TEYMUR: BI FERMANDAR EGÎDAN BÎRA CIVAKÊ ZÎNDÎ BÛYE
Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Sêrtê Reşît Teymur jî diyar kir ku meha Adarê ji bo tevgera azadiya Kurd girîng e û wiha got:"Yên gelê Kurd qetil dikin bi sedan salin bi komkujiyan Newala Qesaban afirandin. Bi fermandar Mazlum Dogan û Egîdan bîra civakê zindî bûye." Teymur, xwest ku li Newala Qesaba abîde bê çêkirin.
Endamê MEYA-DER'ê Nusret Ozer jî wiha got: "Fermandarê PKK'ê Heval Egîd û bi sedan zarokên gelê Kurd bi aweyekî hov avêtin vir. Em dibêjin ev hestî ne bê xwedî ne û wê hesabê wan bipirsin."
Piştî axaftinan malbata Korkmaz û malbatên din girse silav kir û bîranîn bi dawî bû.
Girse ji bo belav bibe çareke din hate ber Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û di navbera girse û polîsan de rageşî derket. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir û ciwanan jî bi keviran bersiva wan de.
AMED
Li navçeya Çinarê ya Amedê bi pêşengiya MEYA-DER’ê ve bi munasebeta “Hefteya Qehremaniyê” gorên kesên ku di tevgera azadiya Kurdan de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. Di bîranîna ku rêveberên HDP û DBP’ê jî beşdar bûn de ewil gora Murat Çapa yê PKK’î ya li Taxa Xanikê hate ziyaretkirin, girse piştre jî gora Enes Ata yê li Amedê di 28’ê Adara 2006’an de hate qetilkirin a li Taxa Keleyê hate ziyaretkirin.
Girseyê qurnefîl danî li ser gora Ata û piştre rêz hate girtin. Hevserokê HDP’ê yê Çinarê Serhat Aslan li vir axaftineke kurt kir û xwest qatlîamên li dijî zarokên kurd bila bi dawî bibin. Aslan anî ziman ku divê kesên bûne sedaka qetilkirina Ata bên dîtin û cezakirin. Piştre jî gora Şahîn Demîr a ku di çalakiya şermezarkirina qetilkirina fermandara YJA-Starê Leyla Altan (Arjîn Garzan) û 14 hevalên wê yên li herêma Şêx Cuma ya Bedlîsê ziyaret kirin. Dayik û bavê Demîr jî di serdanê de amade bû û di bîranînê de dûa hatin xwendin.
ÎZMÎR
Bi pêşengiya YAKAY-DER a Îzmîrê jî bi munasebeta “Hefteya Qehremaniyê” li avahiya HDP’ê ya Bayrakliyê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, TAYD-DER, rêveberên HDP’ê yêh Bayrakli, Karşiyaka û Gazîemîrê jî di nav de gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Li cihê bîranînê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan, 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Rustem Cûdî, Çîçek Botan, Alîşer Koçgirî hatin daliqandin û meleyên ÎDAY-DER’ê bi Kurdî mewlûd xwendin.
Di bîranîna ku bi rêzgirtinê berdewam kir de rêveberê YAKAY-DER’ê Sabrî Adibellî axivî û got ku ew bejna xwe li ber şervanên têkoşîna azadiya kurd de ditewînin. Adibellî destnîşan kir ku gelê Kurd bi berdêlên giran ber bi azadiyê ve diçe. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin jî got ku têkoşîna ku şehîdên wan hiştiye ji aliyê milyonan ve tê meşandin û bi dirûşmên” Bijî Kurd û Kurdistan, Şehîd Namirin” bi dawî kir.
Piştî axaftinan merasîma bîranînê bi dawî bû.