5 gundên din ên Kobanê hatin rizgarkirin
Di çarçoveya operasyonên paqijkirina gundên Kobanê de, 5 gundên din li rojhilatê bajêr ji çeteyan hatin rizgarkirin. Hat ragihandin ku di pevçûnên li eniya başûr de jî 11 çete hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidesxistin, şervanên YPG/YPJ’ê duh bi şev li rojhilatê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon dan destpêkirin. Di encama pevçûnan de gundên bi navê Boxê, Qazaniya Biçûk û Qazaniya Mezin, Şêx Qemer û Mezree Çelbê hatin rizgarkirin. Der barê encamên pevçûnan de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin.
Li eniya başûr jî, li gundê Sebetê hêzên YPG/YPJ’ê şevê din li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 11 çete hatin kuştin û wesayîteke çeteyan hate rûxandin. Pevçûna li derdora gund dewam dike.