‘Têkoşîna Azadiyê wê bizane bi ruhê Egîdan bimeşe serketinê’
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, Hefteya Qehremaniyê pîroz kir û got: “Têkoşîna Azadiya Kurdistan wê bi bizane bi ruhê Egîdan bimeşe û Egîdan nemir bike.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, Hefteya Qehremaniyê pîroz kir û got: “Têkoşîna Azadiya Kurdistan wê bi bizane bi ruhê Egîdan bimeşe û Egîdan nemir bike.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, Hefteya Qehremaniyê pîroz kir û got: “Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya li ser bingeha ruhê Egîdan pêş ketiye, îro hatiye asta serketin û çareseriyê. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di vê dema ku ji her demê zêdetir pêwîstî bi Egîdbûnan dîtiye, wê bizane bi ruhê Egîdan bimeşe serketinê û Egîdan nemir bike."
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, daxuyaniyek nivîskî da û Hefteya Qehremaniyê pîroz kir.
Fermandariyê destnîşan kir ku gelê Kurd jî wek hemû gelên têkoşer, rojên qehremaniyê wek rojên parastina hebûna xwe misogerkirina wê derketiye holê û wiha hate berdewam kirin: “Gelê me, pêvajoya hefteyekê ya di navbera roja 21’ê Adarê ku rêheval Mazlum Dogan çalakiya xwe ya qehremaniyê lê pêk aniye û roja 28’ê Adarê ku fermandarê mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) li Kurdistanê gerîlatî bicih kir û di aliyê têkneçûnê de xwedî kedek mezin e, şehîd ket, wek Hefteya Qehremaniyê îfade dike û di van rojên pîroz de qehremanên xwe yên fedayî bibîr tîne.
RUHÊ EGÎD TEMÎNATA AZADIYA GELÊ ME YE
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser van xisûsan:
“Sekna qehremanî ya fermandarê me Egîd ku li Kurdistanê pêşxistina gerîlayan ferz dîtiye û di ruh, mejî û dilê xwe de hîs kiriye ku pêşengiya vê bike, gelê Kurd ji tinebûnê, rizandinê, biriye vejînê, li Kurdistanê rastiya kes û civaka ku ji bo azadiya xwe şer dike derxistiye holê. Cejna Vejînê ya Gelê Kurd, sekna bi dîsîplîn, cesaret û biryar a xeta Rêbertiyê ya Rêheval Egîd ku fermandarê mezin ê Pêngava 15’ê Tebaxê ye, bêguman bandora herî mezin a serketina vê berxwedanê ye. Wiha ye ku ne tenê li Bakurê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê, ruhê Egîd bandorek girîng afirandiye û îro li Şengal, Kobanê û Rojava li her derê welatê me, bûye temînata esas a azadiya gelê me. Ji ber vê sedemê ye ku, fermandarê pêşeng ê vê dîroka pêşketî rêheval Egîd, her tim wê di dilê gelê me de cih bigire û Qehremanekî Neteweyî yê rastî ye. Şehîd ketina vî fermandarê qehreman a 29 sal berê di a cuntaya faşîzan a leşkerî ya 12’ê Îlonê de, ji aliyê gelê Kurd ve di wê demê de windahiyek gelek mezin bû.”
TÊKOŞÎN GIHIŞTIYE SERKETIN Û ÇARESERIYÊ
Partiya me PKK ku di dîroka têkoşînê de her şehadeta hatiye jiyîn veguherandiye pêngaveke mezin, di şehadeta fermandarê mezin rêheval Egîd de jî girêdayî heman kevneşopiyê maye û li gorî dilsoziya Rêber Apo ya bi bîranîna Rêheval Egîd re, li Kurdistanê hîmên artêşbûna gerîlayan bi awayekî xurt daniye û di hatina têkoşînê ya vê rojê de bûye desteka herî mezin. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya li ser esasê ruhê Egîdan wê meşa ber bi serketinê bizane û wê Egîdan nemir bike.
Bi wesîleya 29’emîn salvegera şehadeta mezin em di şexsê fermandarê nemir, rêheval Egîd de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û soza ku cesaet û biryara ku Egîdan afirandiye wê rê nîşanî me bide û li ser vî esasî em Hefteya Qehremaniyê ya hemû hevalan ku di xeta Egîdan de têkoşînê dimeşînin pîroz dikin.”