Newroz li Graz û Rennesê hat pîrozkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê dewam dikin. Li bajarê Awûstûrya Grazê û li bajarê Fransa Rennesê şevên Newrozê hatin lidarxistin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê dewam dikin. Li bajarê Awûstûrya Grazê û li bajarê Fransa Rennesê şevên Newrozê hatin lidarxistin.

GRAZ

Li bajarê Awûstûrya Grazê Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahiya li Salona Sendîka Karkeran a saet di 15:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi beşdariya nêzî hezar kesî pêk hat.

Di axaftina vekirinê ya li ser navê Civaka Demokratîk a Kurd li Grazê de wate û girîngiya Newrozê hat vegotin. Hat ragihandin ku di Newroza li Amedê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kurdan pêvajoyeke nû destpê kiriye û hat destnîşankirin, ku divê gelê Kurd di dema pêş de li her qadê xwe bêhtir bi rêxistin bike û yekîtiya xwe ava bike.

Di pîrozbahiyê de nûnerên Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê (SPO), Partiya Keskan, Partiya Komunîst a Awûstûryayê (KPO) û Komîteya Piştevaniya Rojava, peyamên xwe pêşkêş kirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî li şevê axivî û bal kişand ser hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê. Çelîk bang li gelên Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn kir, ku tevlî hilbijartinê bibin û ji bo demokrasî û azadiyê dengê xwe bidin HDP'ê.

Li salona pîrozbahiyê ya bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat xemilandin de, peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi sînevîzyonê re hat nîşand an.

Di şevê de Hozan Bawercan, Delîl Xidir, Hemê Hecî, Koma Silbûs û Tarî, Hawar Komo û koma govendê Koma Newroz derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Şev bi gerandina govendê saet di 21'ê de bi dawî bû.

RENNES

Li bajarê Fransa Rennesê jî Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Bi ruhê berxwedanên Kobanê, Şengal û Kerkûkê, bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Fransa Rennes û derdora wê dijîn, li Parka Maurepas-Gayeullesê Newroz pîroz kirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ser wate û girîngiya rojê axaftina vekirinê hat kirin. Dûre bi rêya sînevîzyonê peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hat nîşandan.

Di pîrozbahiyê de Cîhan Semsûr, Pinar Yildiz, Erol Berxwedan, Kendal Manîş, Hozan Serdar û Hozan Yuksel derketin ser dikê. Pîrozbahî heta derengiya şevê dewam kir.