Ji artêşa Tirk bombebaran

Artêşa Tirk tevgera li xeta sînor zêde kir. Li hemberî Girê Şehîd Gafur, Girê Şehîd Rahîme û herêma derdorê ya li xeta sînor a herêma Avaşîn a Qerekola Oremarê, bi obus, hawan û çekên giran bomberan pêk anî.

Artêşa Tirk tevgera li xeta sînor zêde kir. Li hemberî Girê Şehîd Gafur, Girê Şehîd Rahîme û herêma derdorê ya li xeta sînor a herêma Avaşîn a Qerekola Oremarê, bi obus, hawan û çekên giran bomberan pêk anî û xebatên keşfê kir.

Navendan Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, bibîr xist ku Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî êrîşên artêşa Tirk yên bi qestî û zanebûn pêk tên, daxuyaniyek daye. HPG’ê da zanîn ku bi van êrîşan dixwazin hêzên gerîlayan bikişînin nava pevçûnê, dixwazin provokasyonên leşkerî yên nû biafirînin û got: “Hêzên me yên gerîlayan li dijî van êrîşan bi armanca hişyariyê, bersiv dane.”

Navendan Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk 27’ê Adarê saet di navbera 09.00-12.00’an de li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî Girê Şehîd Gafur û Şehîd Rahîme û herêma derdora wê ya di xeta sînor a herêma Avaşîn a Oremarê de û di bin kontrola artêşa Tirk de ye, bi obus, hawan û çekên giran bomberan pêk aniye.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Gerîlayên me jî bi çekên giran bersiv dane van êrîşên artêşa Tirk. Her wiha saet di navbera 08.00-22.00’an de li ser herêmên girê Şehîd Gafur û Şehîd Rahîme bi pêgerên hewayî yên keşfê, xebatên keşfê hatine kirin. Dîsa 27’ê Adarê di saetên nîvro de ji aliyê leşkerên Qerekola Girê Meymûn ku di xeta sînor ya Heftanînê de ye û di bin kontrola artêşa Tirk de ye, li hemberî herêma Kêlik hewl hatiye dayîn ku operasyon pêk bê.

 Hêzên me yên gerîlayan ku ev ferq kirin, bi armanca hişyariyê gule barandine û piştî vê hişyariyê  artêşa Tirk hêzên xwe yên li operasyonê paşde kişandine.

Di 27’ê Adarê de saet di navbera 16.30-17.30’an de li hemberî Girê Şehîd Merwan, Deriyê Dawetiya û herêma Dola Şehîd Delîla ya di xeta sînorê Qereqola Girê Meymûn de ye, bi obus û hawanan bombebaran pêk hatiye. Bi çekên giran rasterast gule li derdorê barandine.

Dîsa heman rojên saet di navbera 13.00 û 16.00’an de pêgerên hewayî yên keşfê li ser van herêman xebatên keşfê kirine. 27’ê Adarê saet di navbera  10.30-11.30 û 15.00 û 16.00’an de ji Herêmên Parastinê yên Medya, herêma Metîna, saet di navbera 18.00-19.00’an de jî li ser herêma Zapê balafirên şer û pêgerên hewayî bi armanca keşfê geriyane.”