‘Yekane çareserî; Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan e

Serokê ÎHD’a Mêrdînê parêzer Erdal Kuzu, diyar kir ku dadgehên dewletê veguherîne mekanîzmeyên parastina kujeran û daxwaz kir ku bila Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan bê avakirin.

Serokê ÎHD’a Mêrdînê parêzer Erdal Kuzu, diyar kir ku dadgehên dewletê veguherîne mekanîzmeyên parastina kujeran û daxwaz kir ku bila Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan bê avakirin. Parêzer Kuzu, got ku îhtîmala ku hestiyên li gora komî ya li Kerboranê hatine dîtin, aîdî Davut Altinkaynak û Nedîm Akyone, xurt e.

Gora komîya li Kerboranê derketiye holê, rastiya qetilkirinên ji aliyê JÎTEM’ê ve yê li Kurdistanê hatine kirin, carek din radixe ber çavan. Rêxistinên mafê mirovan û malbatên ku zarokên wan hatin qetilkirin û çalkirin, diyar kirin ku Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, ji bo ronîkirina komkujiyan û rûhevhatinê, rêya sereke ya çareseriyê ye.

ÎHTÎMALA KU AÎDÎ AKYON Û ALTINKAYNAK E, XURT E

Parêzer Eldal Kuzu, got îhtîmala ku hestiyên li gora komî ya li Kerboranê hatine dîtin, aydê Davut Altinkaynak û Nedîm Akyone, xurt e. Kuzu bi lêv kir ku alavên şexsî yên li wir hatine dîtin, li gorî vegotinên malbatan dişibin hev.

Kuzu destnîşan kir ku bo Akyon û Altinkaynak di rewşa heyî de pêvajoyek darizandinê didome û wiha berdewam kir: “Darizandin bi hinceta ewlehiyê ji Mîdyatê biribûn Semsûrê. Îhtîmalek mezin darizandin wê di pêvajoya pêş de li Semsurê bidome. Me jî serî li dozgeriyê da û me xwest ku hestiyên mijara gotinê ne bên berhevkirin, bikin bin parastinê û ji bo tespîta nasnameyan ji malbatan mînakên xwînê bên girtin. Dîsa me daxwaz kir ku cînayet bi çi awayî hatiye kirin û bi kîjan çekan pêk hatiye, derkeve holê.  Divê di demek nêz de ev ji aliyê dozgeriyê ve pêk bên. Ger ev hestî aydê van her du zarokan derkevin, wê wek delîl pêşkêşî doza li Semsurê didome bê kirin.”

DEWLET LI GOR MEVZUATÊ TEVNAGERE

Kuzu da xuyakirin ku nêzîkatiya dewletê ya li dijî gorên komî bi helwesta li dijî pirsgirêka Kurd re yek e û got: “Di salên 90’î de bi destên dewletê bi sedan gorên komî hatin avakirin. Pêvajoya hiqûqî ya di mijara gorên komî de, li gorî Protokola Mînnesota ya Navneteweyî bi rêve neçûye û ji ber vê malbat û rêxistinên civaka sivîl ji daxwazên xwe dest berdan e. Lê eger ku li gorî Protokola Mînnesota berlêvekirinek mijara gotinê be, malbatan gotibûn wê daxwazên xwe deklare bikin. Lê dewletê li gorî mevzuatê gorên komî venekir û  zêdetir ji bo tespîta nasnameyan xebat kir. “

MEKANÎZMAYA PARASTINA KUJERAN

Kuzu di berdewamiyê de got rastiya gorên komî bi darizandinên ceza û lêpirsînan nayê çareserkirin û wiha pê de çû: “Darizandinên cezayê, lêpirsîn bûn mekanîzmayên parastina kujeran. Dozên ku me jiyan ev zelal nîşanê me dan.  Nêrîna îdeolojiya fermî û zîhniyeta darizandinê qet neguherî. Necezakirina kujeran tên meşandin. Dadgehên Tirkiyeyê wek mekanîznameyên parastina kujeran dixebitin.”

Kuzu di dawiya axaftina xwe de got ew piştgiriyê didin pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan û da zanîn ku rûbirûhatin ancax bi Komîsyoan Heqîqetê pêkane