DEDAŞ’ê ceyran û ava 30 gundên Siwêregê qut kir
DEDAŞ’ê li navçeya Siwêreg a Rihayê nêzî 30 gundan bê ceyran hişt. Ji ber ku ev du roj in li gundan ceyran tine ye, av jî qut dibe û hema bêje jiyan hatiye li ber rawestanê.

DEDAŞ, li navçeya Siwêregê ya Rihayê ev du roj in ceyrana nêzî 30 gundan qut kiriye û avê nade gundan. Hate ragihandin ku DEDAŞ dixwaze li trafoyên ceyranê cîhazek bi cih bike, lê gelê gundan destûr nedane vê yekê û ji ber vê jî DEDAŞ’ê ceyrana gundan qut kiriye.
Girseya gel nerazîbûn nîşanî qutkirina ceyranê da. Navê gundên herêma Qereşdaxê yên ku ceyrana wan hatiye qutkirin wiha ne: Xirbê Hestiya, Qoncik, Sorîce, Ermelî, Bejîk, Demircî, Noxut, Qeynter, Uzun Ziyaret, Teyşt, Ecelok, Xirbê Garisa, Zengetil, Eretûl, Cinhesar, Emmenî, Çixirx, Tulêpan, Taboxa, Qelîştek, Reşeli, Gulpar, Xirbê Cunya, Xirbê Reş û bi dehan mezrayên girêdayî van gundan.
Ahmet Kaya yê ji gundê Xirbê Hestiya da zanîn ku piraniya van gundan destên xwe di hilbijartinan de didin HDP’ê lewma ceyrana wan tê qutkirin û got: “Bi sedan gund nehiştin vê cîhazê li trafoyan bi cih bikin. Lê ev du roj in ceyran û ava gundê me qut kirine.”