Nasnameya 4 şervanên YPG’ê hat aşkerakirin
Nasnameya 4 şervanên YPG’ê ku di salên 2014 û 2015’an de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên ku mehên Îlon û Cotmehê yên sala 2014’an û Adara sala 2015’an di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, aşkera kir. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate aşkerakirin wiha hate gotin:
“Di berxwedanya yekîneyên me li Kobanê û ruhê fedayîtiyê de, çar rêhevalên me bi qehremanî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Rêhevalên me bi berxwedanî û lehengiya xwe destan nivîsandin. Bi xwîna xwe ya pak û zelal ew axa tîbûyî av dan da ku sibe li ser vê axê azadî û hêviyên mezin şîn werin.”
Nasnameyên 4 şervanan wiha ye:
Aras Cîlo di 27-9-2014’an de jiyana xwe ji dest da.
Bîrhat Dijwar di 5-10-2014’an de jiyana xwe ji dest da.
Şoreş Agir di 25-3-2015’an de jiyana xwe ji dest da.
Alî Xinis di 24-9-2014’an de jiyana xwe ji dest da.