Şaredarê Kobanê Mistefa Ebdî yê li KRXHE rêzehevdîtin pêk anî got, “Me behsa xîmê xweseriya demokratîk kir. Rewşa beriya şer û piştî şer pir bala wan kişand. Axaftina me rastî eleqeyek mezin hat. Pir kêfxweş bûn.”
Şaredarê Kobanê Mistefa Ebdî yê li Kongreya Rêveberên Xwecihî û Herêmê ya Ewropayê (KRXHE) de axivî û bi heyetên cuda yên dewletan re hin rêzehevdîtin pêk anî têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî…
ME BEHSA BERXWEDAN Û PERGALA XWE KIR
Hûn wek şaredarê Kobanê bi navê Şaredariya Kobanê Kongreya Rêveberên Xwecihî û Herêmê ya Ewropayê (KRXHE) bi awayekî fermî hatin dawetkirin. Hûn bi kîjan peyaman hatin vê derê? We çi peyam da û we çi encam girt?
Em di serî de şaredariya Strasbourgê spas dikin ku wê daweteke fermî ji me re şand ji bo em tevlî bibin. Sedema hatina me ev bû ku em êş, zilm, elemên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ rû dan ragihînin. Her wiha pergala me ya xweseriya demokratîk çi ye me xwest em ji wan re ragihînin. Di warê pratîkê de piştî rejîma Baas me çi xebat meşand. Piştî berxwedana li hember DAIŞ me çi kir û em ê piştî serketinê çi bikin me xwest em vebêjin. Li xakeke biçûk em çi xebatan pêş dixin, tevî em ne profesyonel in jî em çawa hewl didin pergala xwe bi rê ve bibin me xwest behs bikin.
Vegotin û axaftinên me ji aliyê endamên konseyê ve rastî eleqeyeke mezin hat. Berxwedana gelê me bi pêşengiya keç û xortên di nav refên YPG/YPJ’ê de bi ser ket. A dikeve ser milê me jî ev e ku em ji nû ve avakirinê bi ser bixin da ku ev berxwedana xwe bi encam bibe.
Yanî hûn dikarin bêjin ku ji bo jiyaneke nû ya li Rojhilata Navîn li herêma Rojava ji nû ve ava bibe mînak ?
Belê rast e. Bi êrîşan re ji sedî 60-70’î Kobanê hat rûxandin. Beriya şer me dixwest em pergala xwe ya xweseriya demokratîk ava bikin û pêş bixin. Piştî êrîşan û wêrankirina bajêr ji bo xweseriya me ya demokratîk bê rûniştandin em hewl didin ji nû ve avakirinê pêş bixin.
We bi gelek welatan re hevdîtin pêk anî. Ji aliyê bi dehan zêdetir heyetan ve hatin dawetkirin. Hûn di kongreyê de axivîn. Daxwaza wan ji we çi bû? çi pirs ji we kirin?
Pirsa jiyana li Kobanê dikirin. Me çawa li ber xwe li hember hovîtiyeke weke ya DAIŞ’ê. Her wiha behsa pergala me dikirin. Me di hevdîtinên xwe de bi Elman, Hollandî, Fransî û Belçikiyan re bi awayekî taybet hevdîtin pêk anîn. Serokê Konseyê bi taybet em dawet kirin. Odeya Şaredariyan a Herêmê jî em dawet kirin. Şaredariya Strasbourgê jî bi taybet em dawetî xwarinê kirin. Em bi her kesî dan naskirin. Di roja duyemîn a kongreyê de em axivîn. Me behsa xîmê xweseriya demokratîk kir. Rewşa beriya şer û piştî şer pir bala wan kişand. Axaftina me rastî eleqeyek mezin hat. Pir kêfxweş bûn.
'ME SOZÊN ALÎKARIYEKE MEZIN GIRT’
Bi deqeyan çepik ji bo we lêdan û gotin, Em berxwedana Kobanê wek şerefa xwe dibînin…
Me di axaftina xwe de got, me bi berxwedana xwe rûmeta mirovatiyê parast. Di pirs û axaftinên xwe de berxwedana Kobanê spas kirin. Wek berxwedana xwe dîtin. Soza alîkariyeke pir mezin dan. Gotin di mijara alîkariyan de kêm mane.
Xwestin korîdoreke mirovî vebe, komîsyoneke ku tevayî şaredariyên Ewropa alîkariya Kobanê bikin bangawazî tê kirin. Ji bo Kobanê ev civîn karekî pîroz e. Ji niha û pê ve ya ji me tê xwestin ev e ku em hê zêdetir vê berxwedanê pêş bixin û bidin nasîn. Serokê Kongreyê got ku wê heyetekê ava bikin û bişînin Kobanê. Her wiha hat gotin ku wê nameyan ji Serokên welatên xwe re bişînin û ji bo alîkariya ji Kobanê re wê daxwaz ji welatên xwe bikin. Dîsa wek konsey hat gotin ku wê şaredarî li gor derfetên xwe alîkariyan bikin. Em hêvî dikin hê baştir bibe.
Herî dawî hûn dixwazin çi bêjin?
Em rêz û hurmetên xwe ji tevayî berxwedêrên Kobanê re dişînim. Di warê xebatên me yên îro de em hewl didin bibin dilopek ji bersiva wê berxwedanê re. Em bibin layiqî şehîdên xwe û malbatên wan. Em tevlî civîna Kurdên me yên Ewropayê bûn. Me silav û rêzên xwe ji wan re jî ragihand. Em rêz û hurmetên me ji tevayî demokratên Ewropa û cîhanê re dişînin.