Malbata Dogan tevlî DBP’ê bû

Malbata Dogan a ji Mêrdînê ya ji 500 kesan pêk tê, bi merasîmekê tevlî DBP’ê bû.

Malbata Dogan a ji Mêrdînê ya ji 500 kesan pêk tê, bi merasîmekê tevlî DBP’ê bû.

Malbata Dogan a ku li Amedê dijîn û yek ji malbatên naskirî yên Dêrika Çiyayê Mazî ne, li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi merasîmekê tevlî DBP’ê bû. Malbata Dogan a ji 500 kesî pêk tê, tevî endamên malbatê û Hevşaredarên Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu û Ulku Baytaş, serok û rêveberên HDP û DBP’ê tevlî merasîmê bûn.

Hevserokê DBP’ya Amedê Alî Şîmşek got: “Gelê Kurd ê ku ziman û çanda wan hate qedexekirin, mal û gundên hatin şewitandin, her tim tine hatin hesibandin. Îro em gihiştine asteke gelekî girîng. Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê bûn yek” û peyama yekîtî û bihevrebûnê dan,.

Piştre Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurobanoglu axivî û diyar kir ku gelê Kurd dixwaze çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Piştî Kurbanoglu li ser navê malbata Dogan Kazim Dogan axivî û malavahiya HDP û DBP’ê kir. Dogan got: “Em ê li ser rêya çand û zimanê xwe bimeşin.”

Piştî axaftinan di çarçoveya merasîmê de xwarin hate dayîn.