Elçî: Divê Komîsyona ku Heqîqetan Lêkolîn dike bê avakirin

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî diyar kir ku ‘Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan’ ku Ocalan pêşkêş kiriye, li nêzî 30 welatî hatiye avakirin û di çareseriya gelek îhtîlafan de mekanîzmayeke ku piştgiriya wê heye.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî diyar kir ku ‘Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan’ ku Ocalan pêşkêş kiriye, li nêzî 30 welatî hatiye avakirin û di çareseriya gelek îhtîlafan de mekanîzmayeke ku piştgiriya wê heye.

Elçî bi lêv kir ku bi peyama ku di Newrozê de hatiye xwendin re, xebatên siyaseta Kurd ketine demeke nû û  got: “Bang li ciwanan tê kirin ku di xebatên aborî, siyasî, çandî û polîtîk de cih bigirin, piştgiriyê bidin. Bi xwendineke niyeta baş, fêmkirina stratejî û armanca birêz Ocalan têr dike.” Elçî anî ziman ku di peyama hatiye aşkerakirin de tê gotin ku divê hem dewlet û hem jî hikûmet kêfxweş be û destê Ocalan xurt bike.

Elçî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newrozê de hatiye xwendin wek pêngavek mezin nirxand û got: “Di nameya ku di 2013’an de hatiye xwendin de hat gotin ku di pirsgirêka Kurd de bila siyaset bikeve dewrê.  Di vir de dihat xwestin ku çek wek enstruman ji dewrê derkevin û amûrên demokratîk bikevin dewrê. Ev siyaset, hilbijartin bûn.  Dihat xwestin ku meş, çalakî, azadiya rêxistibûnê esas bên girtin û lê ev stratejî ev du sale neketiye jiyanê.”

 PÊNGAVEK DÎROKÎ HAT AVÊTIN

Elçî da zanîn ku di dawiya sala 2012 û destpêka 2013’an de di navbera rayedarên dewletê û Birêz Ocalan de mutabaqatek fikrî hatiye bidestxistin û got: “Ya girîng ev ku her du alî jî li gorî vê mutabaqatê tevbigerin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21’ê Adara 2015’an de berlêvekirinek nû kir. Di rewşa ku komara Tirk şertan bîne cih de, bo bi dawîbûna têkoşîna çekdarî banga berhevkirina kongreyê kir. Ev pêngavek mezin bû.

Dema mirov nameya Birêz Ocalan bi temamî dixwînin, encama rast dertê holê. Ya yekem têkoşîna çekdarî ya heta îro hatiye meşandin, cihê xwe girtiye, ya duyem derketiye holê ku bi heman awayî nikare bê berdewamkirin. Ji vir şûn ve pêvajoyeke bi pevçûn dixitimîne. Di têkoşîna demokratîk ya gelê Kurd de êdî rê li ber nûbûnê venake. Ji ber vê banga berhevbûna kongreyê hat kirin. Ocalan biryarek stratejîk girtiye. Di xebatên siyaseta Kurd de demek nû dest pê dike. Ketine demek nû.” 

EM NÊZÎKATIYA ERDOGAN FÊM NAKIN

Elçî balkişand ser daxuyaniyên serokkomar Erdogan û got: “Dema mirov geşedanên li Iraq û Sûriyeyê li ber çavan bigirin û li aliyê din jî pêngava Rêberê Kurd Ocalan li ber çavan bê girtin, mirov ti wateyê nadin daxuyaniyên Birêz Serokkomar ên wekê ku  rojevê dikişîne aliyekê din. Em ti wateyê nadin nêzîkatiyeke bi vî rengî ya ku vê pozîtîfbûnê dikişîne aliyê negatîf.”

DIVÊ DEWLET Û HIKÛMET KÊFXWEŞ BIN

Elçî di berdewamiya axaftina xwe de got di rastiyê de divê hikûmet û dewlet kêfxweş bin û got: “Em nêzîkatiya serokkomar, a di alî 10 xalan û heyeta şopandinê de rast nabînin. Daxuyaniya hevserokê HDP’ê Demîrtaş ya wekê ‘lijneya şopandinê ne xeta me ya sor e’ di cih de ye.  Lijneyeke şopandinê ya ku fonksiyon û karekî çawa tîne cih nayê zanîn, wê fêdeya wê çibe.  Çarçoveyek giştî ya 10 xalan hatiye destnîşankirin, lê belê nexşerêyek şênber ya van 10 xalan derneketiye holê.  Ji bo hawira bêçekbûnê  û ji bo bêçekbûnê binesaziyek hiqûqî hêj tune. Têkildarî destdanîna çekdan de amadekariyek hiqûqî tune… gelo çekan wê deynin, wê ku de biçin? Gelo wê çawa tevlî jiyana demokratîk bibin. Der barê vê de tiştek tune, gelo wê lijneya şopandinê bişopîne? Niha tiştek li holê tune. Dibe ku tenê ji hevdîtina heyeta Îmrali û Ocalan re şahidiyê bike.  Divê fonksiyona lijneya şopandinê ne ev be. Bêguman wê komîteyên şopandinê ji aliyan re bibin alîkar.  Lê divê xwedî fonksiyoneke ku hakemtiyê bikin. Ger wisa be wê demê divê profîlek di cih de bê avakirin. Ez hejmarê pêşniyar nakim lê heyeteke ji 5-6 aqilmendan pêk tê ez di cih de nabînim.”

KOMÎSYONA HEQÎQETÊ LI GELEK WELATAN KET JIYANÊ

Elçî di berdewamiya axaftina xwe de got Birêz Ocalan ji bo pêvajoya çareseriyê bi salan berê Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan anîbûn rojevê û got: “Ev mekanîzma li gelek cihên cîhanê di çareseriya gelek îhtîlafan de bûye destek, bi taybet li Komara Başurê Kurdistanê û nêzî 30 welatî hatiye avakirin. Li Tirkiyeyê ligel evqas sûcên giran, kuştinên kiryar nediyar, wendakirin, îşkence û mirin hene. Pêkanînên wan yên li dij hiqûqê çêbûne.   Mafê civakê heye ku heqîqetê hîn bikin. Mixabin mekanîznameya edlî ya Tirkiyeyê di derxistina heqîqetê de bi ser neket. Bihêlin paşerojê, pêkanînên salê 90’î, bûyera Roboskê ya ku bi dehan zarok hatin qetilkirin jî nedarizandin.  Ji ber vê jî komîsyona heqîqetê wê  fonksiyonên pozîtîk yên hînkirina heqîqetê bîne cih.”

DIXWAZIN HEVDÎTIN BI SÎNOR BIMÎNIN

Elçî destnîşan kirin ku Erdogan dibêje ku ‘rêxistina ragîhandina delwetê diçe hevdîtinan dike, bila ev pêvajo di vê çarçoveyê de bi vê sînor bimîne’ û got: “Serokkomar heyeteke şopandinê ya ji 10-15 kesî pêk tê wek felaketekê dibîne û dibêje wê destê Ocalan xurt bike, rewabûna Ocalan xurt bike. Ev jî bo pêşeroja pêvajoyê bi xetere”

Destûra Bingehîn ya Komara Tirk bi feraseteke zayendperest hatiye nivîsin. Ev feraset di hemû metna Destûra Bingehîn de hatiye bicihkirin. Ev jî hemû welatiyên Komara Tirk wek ‘Tirk’ qebûl dike û di vî alî de jî ev înkar, redkirin û newekhevdîtin e.”

Elçî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo vê hewldana Birêz Ocalan bibe alîkar, destê wî xurt bikin, gavan bavêjin û got ku divê hikûmet ji xwe destê Ocalan xurt bike û gavên ku karê wî hêsan dike bavêjin.