Ji bo salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amadekariyên li Xalfetî didomin.
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Riha Kaplan, diyar kir ku wê ji Riha, Semsûr û Dîlok di nav de welatiyên ji van her sê bajaran ber bi Xalfetiyê ya wê malovaniyê ji meşa Amara re bike bimeşin û li tevlî pîrozbahiyan bibin.
Ji bo 11. pîrozbahiyên salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Xalfetî ya Riha amadekarî didomin.
Di civîna li avahiya DBP’ê ya Xalfetî pêk hat, ligel nûnerên TUHAD-FED, HDP, DBP, MEYA-DER û şaredariyê gelek kes amade bûn.
'JI BO AZADIYA RÊBERTÎ...'
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Riha Îsmaî Kaplan ê di civînê de daxuyanî da diyar kir ku wê ji Riha, Semsûr û Dîlok di nav de welatiyên ji van her sê bajaran ber bi Xalfetiyê ya wê malovaniyê ji meşa Amara re bike bimeşin û li tevlî pîrozbahiyan bibin. Kaplan axaftina xwe wiha domand, "Ji bo meşa wê bi dirûşma, “Ji Ocalan re Azadî" pêk were ji navçeyan jî wê welatî beşdar bin. Neviyên Îbrahîman ên keleha Nemrûdan bi erdê re kirin yek, wê careke din li hember zilmê û helwesta xwe ya teqez a ji bo azadiya Rêbertiya xwe deynin holê.”
Di civînê de têkildarî pîrozbahiya 3’ê Nîsanê ya bi wesîleya 66. salvegera rojbûna Ocalan, wê li Xalfetî pêk bê û meşa 4’ê Nîsanê ya ji wir ber bi gundê Amara wê pêk bê, amadekarî û plansazî hatin kirin.