Fermandarê ARGK’ê Egîd li Efrînê hat bîranîn
Fermandarê Artêşa Rizgariya Gel a Kurdistan (ARGK) Mahsun Korkmaz (Egîd) di 29. Salvegera şehadeta xwe de li Efrînê di pêşengiya TEV DEM de hat bîranîn.
Fermandarê Artêşa Rizgariya Gel a Kurdistan (ARGK) Mahsun Korkmaz (Egîd) di 29. Salvegera şehadeta xwe de li Efrînê di pêşengiya TEV DEM de hat bîranîn.
Ji bo Fermandarê Artêşa Rizgariya Gel a Kurdistan (ARGK) Mahsun Korkmaz (Egîd) ê berî niha bi 29 salan li Gabarê di şerekî de jiyana xwe ji dest da û tevayî şehîdên azadiyê di pêşengiya TEV DEM’ê de li gundê Qereman ê Efrînê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Di çarçoveya Hefteya Qehremaniyê de di nav de endamê TEV DEM’ê Şervan Hesen jî ku hebû bi sedan welatî hatin gel hev. Hesen di axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd bi saya şehîdên weke Mazlum Dogan û Mahsun Korkmaz gihiştiye van rojan û şehîdên Newrozê yên li Hesekê bibîr anî.
Hesen got ku pêwîst e mirov hê zêdetir bixebite û bibe layiqî bîranîna şehîdan. Hesen anî ziman ku YPG û YPJ bi vî ruhî hatine avakirin û gelê Kurd ji bo bigihêje van rojan bi hezaran şehîd dane.
Hesen da xuyakirin ku şervan li hember çeteyên DAIŞ’ê yên dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin şerekî bêeman dimeşînin.
Bîranîn bi nirxandinên beşdaran bi dawî bû.