Roboskiyî: Planên komkujiyeke nû tên kirin

Abdûllah Baysal ê ku di dema komkujiya Roboskî de wezîfedar bû û piştre payeya wî ji bo Tumgeneraliyê hat bilindkirin li Fermandariya Tumenê ya Şirnexê hat wezîfedarkirin. Piştî ku Baysal dîsa hat herêmê, li Roboskî bûyeran ji nû ve destpê kirin.

Abdûllah Baysal ê ku di dema komkujiya Roboskî de wezîfedar bû û piştre payeya wî ji bo Tumgeneraliyê hat bilindkirin li Fermandariya Tumenê ya Şirnexê hat wezîfedarkirin. Piştî ku Baysal dîsa hat herêmê, li Roboskî bûyeran ji nû ve destpê kirin. Ciwanên Roboskiyî gelek caran bi awayekî kêfî hatin binçavkirin û cezayê pereyan li wan hat birîn. Herî dawî gule li gundiyên bazirganiya li ser sînor dikirin hat reşandin û bi dehan hêstir hatin qetilkirin. Roboskiyên bi çalakiya xwe ya sê rojan re zextên dewletê protesto kirin, dan xuyakirin ku ew bi komkujiyeke nû re rû bi rû ne û dixwazin dengê wan bê bihîstin.

Piştî ku Tumgeneral Abdûllah Baysal ji bo Fermandariya Tumenê ya Şirnexê hat wezîfedarkirin, li gel êşa teze ya qetilkirin 34 kesî, şêniyên Roboskî û herêmê ji nû ve ketin bin zextê. Ciwanên ku bi agahdariya hemû fermandarên leşkerî û amîrên mulkî bazirganiya li ser sînor dikin, li gulereşandina leşkeran rast hatin û bi dehan hêstir ji di encama vê gulereşandinê de hatin qetilkirin.

Ji Roboskiyan Velî Encu ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku qetilkirina hêstiran bi fermana Tumgeneral Abdûllah Baysal, gelê Roboskî yê bi êş û hêrs e, ber bi îsyanê ve biriye. Encu got, "Li Roboskî gel li ser piyan e. Ji ber ku ev 4 sal in li hemberî komkujiya Roboskî em têkoşîna civakî û hiqûqî dimeşînin, gelek caran em li gef, zexta binçavkirin û cezayê pereyan ên dewletê rast hatin, rast tên. Êrîşên herî dawî hatin kirin jî, gel ber bi îsyanê ve birin."

JI BILÎ CERDEVANIYÊ TI TIŞTEK NEHAT KIRIN

Encu da zanîn ku karê bazirganiya li ser sînor ê li Roboskî ev 100 sal in tê kirin û haya dewletê jî ji vê heye. Encu got, "Ji ber sedemên erdnîgarî, karê çandinî û sewalkariyê nayê kirin. Ji ber ku şert û mercên avhewayê gelekî dijwar in û herêm çiyayî ye. Ji bilî sîstema cerdevaniyê dewletê ti razemeniyek aboriyê li vê herêmê nekiriye."

Encu ragihand ku ji ber pirsgirêkên debarê gel qaçaxçitiyê dike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em vî karî weke qaçaxçitiyê bi nav nakin. Ji ber ku gelê me bi agahdariya leşkeran, vî karî dike. Bi roj li ber çavê leşkeran ev kar tê kirin. Di hemû hevdîtinên bi rayedarên dewletê re em dibêjin, 'gelê me neçar e bazirganiya li ser sînor bike'. Beriya komkujiya Roboskî, di bazirganiya me ya li ser sînor de çay, şekir, cixare û mazota me dianî, dihatin desteserkirin. Ji bo me bitirsîne gule li derdora me direşandin. Carna jî dest datanînin ser hêstirên me. Lê belê piştî komkujiya Roboskî destwerdana tund rû da û zext zêde bûn. Ji ber ku li Roboskî têkoşîneke civakî heye, berxwedaneke bi vî rûmet heye. Ji ber ku em li hemberî zilma dewletê bêdeng namînin dixwazin me bişkînin, me bitirsînin û qada jiyanê li me teng bikin. Bi pêşîgirtina li bazirganiya li ser sînor re dixwazin gelê me ji vir derxînin û koçber bikin. Bi taybetî piştî biryara Dozgeriya Leşkerî ya neşopandina komkujiya Roboskî, zext, destwerdan û êrîş zêde bûn."

Velî Encu di dewama axaftina xwe de got, "Zîhniyeta qirêj a sîstemê û dewletê êdî nikare xwe li gelê Roboskî rabigire. Gelê Roboskî li dijî gef û zextên dewletê li ser piyan e û xwedî hêrseke mezin e. Eger ev zext dewam bikin, dibe ku gel koç bike." Encu bal kişand ser zext û êrîşên rojê dawî yên li hemberî Roboskiyan û anî ziman ku ev êrîş bi taybetî piştî biryara neşopandina komkujiya Roboskî ketine meriyetê û planên komkujiyeke nû tê kirin.