Li Til Temirê pevçûnên dijwar
Li herêma Til Temir a Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî herêmê dikin de pevçûnên dijwar diqewimin. Di pevçûnan de 29 çete hatin kuştin.

Şervanên YPG û YPJ’ê di şeva ku 31’ê Adarê bi 1’ê Nîsanê ve girêdide de, li aliyê bakur û bakurrojavayê Til Temirê li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor lidarxistin. Di çalakiyên li gundên Til Nesrî, Til Hefiyan û Til Şamîran de pevçûnên dijwar derketin û di encamê de 24 çete hatin kuştin. Her wiha 9 çete birîdar bûn.
Li gundê Til Baz ê li bakurê Til Temir jî, di encama çalakiya suîqastê de çeteyek hate kuştin, yek jî birîndar bû.
Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê jî, nuqteyên çeteyan bombebaran kirin û di encamê de 2 wesayîtên ku doçka li ser hebûn, hatin rûxandin. Lê der barê kuştî birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hat ragihandin ku çeteyan kuştî û birîndarên xwe birine Çiyayê Ebdulezîz.
Çeteyên ku windahiyên mezin dan, bi topên hawanê derdora Til Temir û gundewarên wê topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyanên madî pêk hatin.
LI TIL BAZÊ 4 ÇETE HATIN KUŞTIN
Li aliyê din, hat ragihandin li gundê Til Baz ê dikeve başûrê bajarê Til Temir di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn rû didin. Di van pevçûnan de herî kêm 4 çete hatine kuştin.
Di pevçûnên li gundê Til Şemîran ê li başûrrojavayê Til Temir de jî şervanên YPG’ê û YPJ’ê wesayîteke çeteyan derb kirin. Li gorî agahiyan di vê wesayîtê de gelek kuştî birîndarên çeteyan hene.
Li herêmê pevçûn didomin.