Şaredariya Akdenîzê alîkariya barê 8 TIR'an şand Kobanê

Şaredariya Akdenîzê alîkariya ji xwarin û kincan a barê 8 TIR'an ji Kobanê re şand.

Şaredariya Akdenîzê alîkariya ji xwarin û kincan a barê 8 TIR'an ji Kobanê re şand.

Di pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê de alîkariya ji bo bajêr dewam dike. Şaredariya Akdenîzê ya Mersînê 3 TIR barê xurekê, 3 TIR barê zebze û fêkî, 2 TIR barê kincan bi giştî 8 TIR şand û konvoy gihîşt Pirsûsê. Her 8 TIR ji aliyê heyetek ji 5 kesan a ji Hevşaredarên Akdenîzê Fazil Turk, Yuksel Mûtlû û rêveberên Şaredariyê ve radestî endamê Koordînasyona Navenda Rojava hat kirin. 8 TIR ên bi alîkariyê barkirî ji deriyê sînor derbas bû û radestî rayedarên Kobanê hatin kirin.