Meşvanên 'Ji Rêbertiyê re Azadî' ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin

Girseya gel a bi dirûşma "Ji Rêbertiyê re Azadî" ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşe Amarayê, li Bêrecûkê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.

Girseya gel a bi dirûşma "Ji Rêbertiyê re Azadî" ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşe Amarayê, li Bêrecûkê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.

Bi sedan kesên ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji Rêbertiyê re Azadî" ev sê roj in ji Rihayê dimeşin Amara, îro 10 kîlometre meşiyan û li navçeya Bêrecûkê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Bi sedan wesayîtên li nava navçeyê meşan dîtin li korneyê xistin û bi nîşana serketinê meşvan pêşwazî kirin.

Meşvanan ku li navenda navçeyê ji her du aliyan ve rê li trafîkê girtin, ji dikandar, jin û zarokan piştgirî dîtin.

Li navenda navçeyê dirûşmên "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" deng vedan. Bi hezaran kesên li ber tilîlî û dirûşmeyan meşiyan, ji bo azadiya Ocalan dirûşme qîriyan. Di meşa ku posterên Ocalan hatin vekirn de, li ber dahol û zirneyê govend hat gerandin.

Bi hezaran kesên li qiraxa Çemê Firatê meşiyan, kulîlkên bi xwe re anî bûn berdan nava avê û rojbûna Ocalan pîroz kirin. Bi hezaran kesên li qiraxa Çemê Firatê bêhn vedan, li ber stranan govend gerandin.

Girseya gel a piştî bêhnvedana li Bêrecûkê meşa xwe dewam kir, wê şeva xwe li taxa Baglarbaşi ya li ser rêya Xelfetiyê ya 8 kîlometre dûrî Bêrecûkê, debas bike.