Ji KCK'ê ji bo Temel peyama sersaxiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata Şaredarê berê yê Elkê Yûsûf Temel ji malbatê û gelê Kurd re sersaxî xwest.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata Şaredarê berê yê Elkê Yûsûf Temel daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Em bi xemgîniyeke mezin bi wefata Şaredarê berê yê Elkê welatparêzê hêja Yûsûf Temel hesiyane. Em ji malbat, xizmên wî û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.
Yûsûf Temel welatparêzekî bi qîmet bû, ku dema bi vîna demokratîk a gelê me ji bo Serokatiya Şaredariyê hat wezîfedarkirin, di şert û mercên herî zehmet de berpirsyarî û wezîfeya welatparêziyê bicih anî. Em ê bi xurtkirina têkoşîna xwe re bîranîna wî bidin jiyîn."