"Di 4'ê Nîsanê de jiyaneke nû afirî'

Endamê Rêveberiya TEV-ÇAND'ê Bawer xebat destnîşan kir, ku di 4'ê Nîsanê de jiyaneke nû afirî ye.

Endamê Rêveberiya TEV-ÇAND'ê Bawer xebat destnîşan kir, ku di 4'ê Nîsanê de jiyaneke nû afirî ye.

Endamê Rêveberiya TEV-ÇAND'ê Bawer Xebat, der barê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, hest û nêrînên xwe bi ANF'ê re parve kir. 

'HER HEBÛN LI HEMBERÎ TINEBÛNEKÊ DERDIKEVE'

Xebat da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jidayikbûna xwe bi sê xalan dinirxîne û got, "Ji dayik bûna yekemîn çarê Nîsanê ye, mirov dema ku tên dinyayê wê demê dibin malê civaka xwe û her kes bi vî awayî wê rojê pîroz dike. Lê weke ku tê zanîn di Rojhilata Navîn de ev kevneşopî zêde rûneniştiye. Lê belê hinek mirov jî hemû dinya rojbûna wan pîroz dike, ew bi xwe jî di dîrokê de gelek kêm têne dîtin. Yek ji wan ÎSA ye. Ew jî bi rastî çima bûye mîlad? Ji ber ku ji dayikbûna wî ne tenê weke kesek normal e, ji bo tevahiya mirovahiyê bû. Di vir de mirov dikare bêje ku azadî ji nûve hate dinyayê  û bê guman ew hebûn jî her dem li hember hewildanên tinekirinê ne. Derketina Îsa jî li hember împaratoriya Romayê ku di bin navê bawerî,  desthiladarî, împaratorî û qraltiyê de însan li çarmixê dixistin, bi dest dikirin, diperçiqandin û birçî dihiştin. Bi taybetî jî ev zordarî li jinê hat kirin. Ji ber ku jin bi tinebûnê re rû bi rû hiştibûn û gihandibûn asteke ku êdî ti rola wan di nava civakê de nema bû."

Xebat xalên duyem û sêyem jî bi vî awayî anî ziman; "Rêbertî jî bi hatina xwe ya dinyayê ve ji dayikbûna yekem destpê kir û wiha ber bi ya duyem û sêyem ve çû. Ew her sê jî merheleyên tekoşînê tên bi nav kirin û ew merheleya ku bi tekoşîn û nirxên mirovahiyê û azadiyê ve dagirtî hiştin ku her kêliyek ji jiyana Rêbertî ku xiste xizmeta nirxên mirovahiyê pîroz bibe." 

'LI KU DERÊ ZILM HEBE TÊKOŞÎN JÎ HEYE'

Xebat parçekirina desthilatdariyê ya nirxên mirovahiyê wisa nirxand: "Dema ku desthiladarî derket bi xwe re parçekirin pêşxist. Yek; parçekirina di navbera jin û zilam de û di nava civakê bi  xwe de. Du; parçekirina di nava civak û xwezayê de ku hiştin însan bibe kirde obje. Mirov dikare bêje ku di her milî de parçekirin dan avakirin. Parçekirina heqîqet, jiyan û azadiyê ew hemû jî mirovahiyê ber bi bindestî, zilm û dagirkeriyê ve birin û tiştekî ku navê mirovahiyê dagire êdî nemabû. Ji ber wê jî di her demê de pêşeng derketin û pêşketina li hember desthilatdariyê çêbûn. Ji ber ku li ku derê zilm hebe wê li wir tekoşîn hebe. Ew jî çi bi navê pêxemberan be, pêşengan be, hunermendan be, zanistan û fîlozofan be, hemûyan xwest civakê ji nû ve azad  bikin her çendî ku rê û rêbazên gelekan jî ne rast be."

Xebat derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî cuda nirxand û anî ziman ku Ocalan hemû kêmasî û sedemên binketina yên beriya xwe dît û xwest li ser wan esasan çareseriya bingehîn pêk bîne.

Xebat axaftina xwe wiha dewam kir: "Derketina Rêber APO gelek cuda ye. Ji ber ku mirov kom bûyîna dîrokê yan jî wan kesan hemûyan têde dibîne. Mirov dikare bêje ku di Ruhayê de, warê pêxemberan de mirovahiyê hemleyeke nû destpê kir. Û wê hemleyê jî şanseke jiyanê ya nû da mirovahiyê. Ev derketina Rêber APO jî divê mirov hem dîrokî, mîtolojî û bi zanist bigire dest."

'DEV JI XEYALEN XWE YÊN ZAROKATIYÊ BERNEDA'

Xebat xelasiya gelê kurd di çarê Nîsanê de dibîne û bi vî awayî dinirxîne: "Di dema ku moderniteya kapîtalîst gihîştibû astekê ku mirovan bi temamî tine bike Rêber APO serî hilda. Hebûna kurdan jî di nava tinekirinê de tenê çîrûskek mabû. Wê çîrûskê jî ji bo hebûn û heqîqeta xwe gelek tekoşîn û berxwedan da meşandin. Li ser esasê van rastiyan derketina RÊBER APO jî heqîqeteke xwe ya gerdûnî hembêz kir. Hebûn jî xwe di du milan de dide pêş, yek di milê mayînê de û yek jî di milê azad jiyan kirina wê hebûnê de ye.  Serokatî  her mîna zarokekî ku karibe bi her kesî re bibe yek û dijminahî nas nake, ji ber ku li ser esasê nirxên civakê dest bi rêya xwe kir. Tiştê ku serokatî ji kesên din cûda kir ku îsrar û îrada xwe deyna holê, ji dayîk bûna xwe ya yekemîn parast, dev ji xeyalên xwe yên zaroktiyê berneda û bi wê ruhî  jî îro şoreşek da avakirin."

'HEZKIRIN JI RUH Û ENERJIYA ÎNSANAN A CEWHERÎ TÊ'

Xebat got, "Ewq roj ji nûve ji dayîk bûna me ye û zaroktiya me ye" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber ku zarok jin û mêr nas nakin, reş û spî nasnakin, însan û xweza nasnakin, her tiştek jî bi cudahiya xwe xweş e û bi hezkirin dagirtiye, çarê nîsanê jî ji bo me roja hezkirinê ye. Eger mirov hezkirinê tenê weke hestekê bigire dest wê gelek şaş be. Hezkirin têkiliya me ya bi heqîqetê ve girêdaye û ew hestên wê jî divê bi zanistê ve bê girêdan. Ji ber ku ew rêya têkiliya ruhî ya bi her zindîyekî re ye. Însan ne tenê bi dilê xwe hez dike, ne tenê bi mejiyê xwe jî hez dike. Ji ber ku dibe ku mejî tiştan ji bîr bike û dil jî bisekine lê hezkirin nasekine. Her dem ji ruh û enerjiya însanan a cewherî tê . Çarê Nîsanê jî temsîla wî ruhê dike û dihêle ku însan vegere hezkirin û xeyalên xwe yên zarokatî. Çandina daran jî tê wê wateyê ku her dem jiyan avakirin û bi afirandina wan fikreke nû jyaneke nû û xeyaleke hîn mezintir e. Afirandina wan hemûyan jî parastinê dixwaze, parastin jî tekoşîn û şerkirin divê. Ew jî divê mirov weke xwe jiyan bike, ji ber ku azadî weke xwe bûyîne, li ser cewherê xwe serhildan e."

'4'Ê NÎSANÊ JI DAYIK BÛNA MIROVÊ AZAD E'

Xebat gotinên xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Bi teqîna bîng bang re ji tinebûnê hebûn hate avakirin. Ew hebûn jî bi ruhê xuluqkariyê hate bilind kirin. Çarê Nîsanê jî xwedîderketina li wê xuluqkariyê ye. Ji ber ku xuluqkarî xweza û orjînalbûna ku desthiladarî  tine diparêze. Ji ber wê jî Rêbertî dibêje 'ez xuluqkariyê di hezkirinê de digerim' ji ber wê jî cihekî ku xuluqkarî nebe hezkirin jî nabe. Ew xuluqdarî jî di nava hezkirinê de hêlîna xwe li Çarê Nîsanê danî. Her hebûn azad tê dunayayê lê dema tê û dikeve nava desthilatdariyê wê demê bi civaka xwe re ber bi bindestî û koletiyê ve dimeşe. Serokatî jî vê bin destiya ku teslîmî nakokiyan dibe, qebûl nake. Berevajî bi mirovahiyê re ber bi pêşerojeke bi rûmet ve meşiya û Çarê Nîsanê kir ji dayik bûna mirovê azad ku bi nasnameya xwe di nava xwezayê de dijî. Ew xwezaya xwe û bi xwezayê re hebûn afirand. Meşeleya îsyanê da dest mirovahiyê û got serî hildin ji ber ku ji îro û pê ve bihare û di biharê de xweza xwe nû dike, divê mirov jî êdî xwe nû bikin."