YPG: Li Til Temir û Kobanê 5 çete hatin kuştin
Di pevçûnên duh bi şev ên li gundê Ehraz ê Til Temir û li başûrê Kobanê de herî kêm 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê ya li hemberî êrîşên çeteyan ên rojavayê Kantona Cizîrê dewam dike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete duh bi şev hewl dan êrîşî Ehraz ê 2 kîlometre li başûrê Menacir a Til Temirê bikin û hat destnîşankirin, ku di encama destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê de pevçûn derket û bi vê pevçûnê re çete ji herêmê reviyan. Der barê kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê qadê de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî çeteyên xwe li nêzî gundê Til Baz ê Til Temirê bicih kiribûn çalakiyek pêk anîn û di encamê de 2 çete hatin kuştin.
LI BAŞÛRÊ KOBANÊ 3 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku berxwedana Kobanê ya li hemberî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê di roja 196. de bi operasyonên paqijkirina hawirdorê dewam kiriye.
Navendê diyar kir ku pevçûnên di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û komên çete yên li gund û derdora Sepeta Ereban ê li başûrê Kobanê ye dewam dike û hat destnîşankirin, ku di pevçûnên duh bi şev de 3 çete hatine kuştin.