Fermandarê Mîlîsên Mexmûrê parastina Mexmûrê vegot
Mîjînî got, "Niha li gelek deverên Başûrê Kurdistanê şer heye. Lê îdîa dikim ku cihê herî ewle eniya Mexmûrê ye. Bêguman li cihên din jî ewlekarî heye. Li dijî DAIŞ'ê şerek tê meşandin."
Mîjînî got, "Niha li gelek deverên Başûrê Kurdistanê şer heye. Lê îdîa dikim ku cihê herî ewle eniya Mexmûrê ye. Bêguman li cihên din jî ewlekarî heye. Li dijî DAIŞ'ê şerek tê meşandin."
Fermandarê Hêzên Mîlîsan ên Mexmûrê Evdo Mîjînî got, "Niha li gelek deverên Başûrê Kurdistanê şer heye. Lê îdîa dikim ku cihê herî ewle eniya Mexmûrê ye. Bêguman li cihên din jî ewlekarî heye. Li dijî DAIŞ'ê şerek tê meşandin."
Di 6'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîş birin ser bajarokê Mexmûrê yê ser bi Mûsilê. Di roja duyemî de wargeha Mexmûrê hat valakirin. Di rewşeke ku her kesî digot, "Mexmûr li ber ketinê ye, xeteriyê xwe gihand Hewlêrê" de, DAIŞ'ê di roja sêyemîn de li eniya Mexmûrê derbên giran xwar.
DAIŞ çawa ket nava Mexmûrê, di nava çar rojên ku DAIŞ hat derxistin de çi qewimî, vê yekê bandoreke çawa li jiyana gelê Mexmûrê kir, xeteriya DAIŞ'ê hînê li ser Mexmûrê heye?
Bersiva van hemû pirsan ji Fermandarên Hêzên Mîlîsên Mexmûrê Abdulkerîm Tûnç ê bi navê Evdo Mîjînî tê naskirin, da ANF'ê.
Hûn dikarin êrîşa destpêkê ya li hemberî Mexmûrê bikin?
Êrîşa destpêkê ya li hemberî qada Mexmûrê di 6'ê Tebaxê de pêk hat. Çend roj berê dihat texmînkirin ku êrîşeke bi vî rengî rû bide. Di roja destpêkê de hatin aliyê gundê Digûra. Digûra gundekî li qiraxa Çemê Dîcleyê li rojavayê bajarokê Mexmûrê ye. Li nêzî wê bajarokê Sûltan Abdûllah heye. Ev cih di bin kontrola pêşmergeyan de bûn. Beriya êrîşeke gengaz a DAIŞ'ê, qenalên kûr hatin vekirin. Lê belê tevî vê yekê jî pêşmergeyan li wir şerekî cidî nemeşandin û xwe ji wê herêmê vekişandin. Bidestketina van her du gundên li eniya pêş, tirs xist dilê gelê derdorê. Di heman rojê de bajarokê Mexmûrê hat valakirin. Gel cih û warên xwe terikand û çû Hewlêrê. Me jî, ji ber şerekî gengaz ji bo gelê sivîl zerarê nebîne, gelê li wargehê derxistin.
Gel çawa hat derxistin? Çawa hat ewlekirin?
Piştî wergirtina biryara valakirina wargehê em hêzên mîlîs û yekîneyên gerîla, me plansaziyek amade kir. Bi awayekî ewle û koordîneyî me gel derbasî Çiyayê Karaçox û geliyê Geç ê li aliyê Hewlêrê kirin. Beşek ji hêzên me li nava kampê ma. Piştî veguhastina gel hêzên mîlîs û gerîla dor li kampê girtin. Heta wê demê bajarokê Mexmûrê di destê pêşmergeyan de bû. Lê belê piştre çi bû em nizanin, lê hîn DAIŞ nehatibû pêşmergeyan dest ji bajarok berdan û xwe vekişandin geliyê Geç. Di vê rewşê de DAIŞ bêyî li astengiyekê rast bê, bajarokê Mexmûrê bi dest xist. Ji ber vê rewşê me taktîkên nû afirand, hemû kamp vala kir û me xwe vekişand çiyayê Karaçoxê. Bi vî rengî me yê hîn bêhtir ji cografyayê sûd werbigirta û li gorî xwe, me yê li wan bida. Lê belê wan gotin qey me kamp ji wan re hiştine. Li cem me çekên giran tinebûn. Bi vî rengî me cografya bikar anîn û plan kir ku bi çekên xwe yên sivik derbên giran li DAIŞ'ê bixin. Dema me kamp vala kir û xwe vekişand çiyê, ew hatin heta nava kampê. Ji nîvê şevê û pê ve weke hêzên gerîla û mîlîsan me temamiya çiya ewle kirin. Gava pêşmerge pê hesiyan ku em ê ji qadê dernekevin, hejmara hêza xwe zêde kir. Çeteyên DAIŞ'ê di roja sêyemîn de hatin ketin nava kampa Mexmûrê. Bi vî rengî me li hemberî wan dest bi şer kirin. Di roja sêyemîn de pevçûnên dijwar qewimîn. Di roja çaremîn de em li her devera çiyê bicih bûbûn û me mewziyên xwe temam kiribûn.
Hêzên koalîsyonê li eniya Mexmûrê li DAIŞ'ê xist?
Na, êrîşeke bi vî rengî nebû. Bi tenê pêşmergeyan ji me re gotin ku ji me dixwazin em sê nuqteyên li nava kampê ji wan re ragihînin, ku li hemberî van nuqteyên diyarkirî wê êrîşa hewayî pêk were. Lê belê tiştekî welê nebû.
We çawa kamp ji DAIŞ'ê stendin? Taktîka we bi ser ket?
Di roja sêyemîn de gava pevçûn dijwar bû, DAIŞ li gorî ku dixwest nekarî bû bikeve kampê. Yên ketin nava kampê jî nekarî li gorî xwe tevbigere. Dema hêzên me ji çend baskan ve êrîşên dijwar pêk anîn, ew ketin nava şoqê. Ew li bendê bûn ku em ê xwe vekişînin. Halbûkî em li gorî taktîkê tevdigeriyan. Di encama êrîşên me de wan xwe vekişandin bajarokê Mexmûrê. Dema êrîşê me dewam kir, wan dest ji wir jî berdan û li gundê Baqirtê civiyan.
Dema xwe vedikişandin, di heman demê de şer dikirin?
Na, ti carî neketin nava şer. Halbûkî dema hatin, kesî bawer nedikir ku DAIŞ dikare were sekinandin. Mîna keriyê kuliyan, her der tarûmar dikirin. Mirovan digotin qey wê her cihî mîna Mûsilê bixin bin kontrola xwe. Lê belê mîna ku min got, maşînên xwe jî li dû xwe hiştin û reviyan.
Piştre careke din êrîşeke mezin pêk anîn?
Na, piştî ku ji Mexmûrê hatin derxistin, ji gundê Baqirtê jî hatin derxistin û êdî nema karîbû êrîşeke berfireh pêk bîne. Lê belê ji gundên Digûra û Sûltan Abdûllah, hewl dan xwe berdin nava mewziyên me û êrîşê bikin. Heta niha êrîşên wan bi vî rengî bûn.
Di wî şerî de we çend windahî dan?
Di şer de me ti windahî nedan. Lê belê rojnamevan Denîz Firat dema li eniya me bi kameraya xwe dîmen dikşand, di encama sûîqestekê de şehîd ket. Ji bilî wê ti hevalên me şehîd neketin.
Dema hûn li kampê vegeriyan, hûn li rewşeke çawa rast hatin?
Ji ber ku nikarîbûn demeke dirêj li kampê bimînin, zerareke mezin nekarîbûn bida kampê. Eşyayê hin malan belav kiribûn. Hin heywan kuştibûn. Dîwarê hin malan qul kiribûn û kiribûn mewzî. Diyar bû xwe ji bo şerekî demdirêj amade kiribûn. Lê belê nikarîbûn xwe lê bigirin. Lewma dem nebû ku zêde zerarê bidin kampê.
Ji hingî ve hûn li eniyê ne, hûn çûn cihekî din?
Piştî ku DAIŞ ji Mexmûrê hat derxistin, piştî 15 rojan derbasî eniya Kerkûkê bûm. Zêdeyî mehekê li eniya Kerkûkê mam. Li wir çend caran ketim nava şer. Dûre vegeriyam eniya Mexmûrê.
Dema hûn çûn Kerkûkê, hûn li rewşeke çawa rast hatin?
Ez derbasî qada Daqûq a ser bi Kerkûkê bûm. Em ji kampa Mexmûrê 12 mîlîs çûbûn. Li wir jî hêzên gerîla û pêşmerge li heman eniyê şer dikirin. DAIŞ'ê li wê qadê tirseke psîkolojiyek li gel kiribû. Lê belê piştî ku gerîla û pêşmerge li heman eniyê cih girtin û li Mexmûrê derb li çeteyan hat xistin, moral hatibû nava gel. Lê belê hînê jî tirs hebû.
Li eniya Kerkûkê bi hezaran pêşmerge û gerîla hebû. Hûn çima çûn wê qadê?
Belê, dibe ku hebûna me ya li Kerkûkê ji aliyê guhertina çarenûsa şer ve diyarker nebû. Ji xwe em bi hejmareke kêm çûn. Lê belê hebûna me ya li wir ji aliyê sembolîk ve watedar bû. Weke hemû hêzên Kurd em li heman eniyê bûn. Û bi dîtina min ev yek dîrokî bû.
Niha li vir rewş çi ye, eger careke din êrîş bikin hûnê karibin biparêzin?
Niha li gelek deverên Başûrê Kurdistanê şer heye. Lê belê îdîa dikim ku cihê herî ewle eniya Mexmûrê ye. Bêguman li herêmên din jî ewlekarî heye, li hemberî DAIŞ'ê şerek tê meşandin. Lê belê weke hêzên mîlîs û gerîla me li Mexmûrê sîstemeke xurt a parastinê ava kirin. Em xwedî wê hêzê ne ku her şêwe êrîşan bişkînin.
Hûn li benda êrîşeke nû ne? DAIŞ dikare ji nû ve êrîş bike?
Bi dîtina min DAIŞ kengî firsendê bibîne wê êrîş bike. Lê mîna ku min got, em ji her şêwe êrîşê re amade ne û em xwedî wê hêzê ne ku her şêwe êrîşê bişkînin.