3 kesên li Gimgimê hatin binçavkirin hatin girtin

3 kesên ku li navçeya Gimgima Mûşê hatibûn binaçvkirin, bi biryara dadgehê hatin girtin.

3 kesên ku li navçeya Gimgima Mûşê hatibûn binçavkirin, bi biryara dadgehê hatin girtin.

Wesayîta ji navçeya Kopê ber bi Gimgimê ya Mûşê ve diçû û li nuqteya lêgerînê ya ketina navçeyê ji hêla polîsan ve hat rawestadin. Kesên  bi navê Metîn Çelîk, Eray Can û Aydin Sonmez hatin binçavkirin. Piştî karûbarên li Midûriyeta Polîsan a Gimgimê qediyan ew şandin dozgeriyê. Piştî îfadeyê dozger bi daxwaza girtinê ew veguhestin dadgehê. Dadgehê bi hinceta "Endamên rêxistinê ne" biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.