Karwanê alîkariyê yê ber bi Kobanê ve bi rê ket
Karwanê alîkariyê ya ku ji 25 wesayitan pêk tên û li Mêrdînê hatin komkirin, ber bi Kobanê ve hatin birêkirin.
Karwanê alîkariyê ya ku ji 25 wesayitan pêk tên û li Mêrdînê hatin komkirin, ber bi Kobanê ve hatin birêkirin.
Karwanê alîkariyê ya ku ji 25 wesayitan pêk tên û li Mêrdînê hatin komkirin, ber bi Kobanê ve hatin birêkirin. Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk beriya alîkarî bişînin daxuyaniyek da û diyar kir ku ev tişta ku ew dikin peyama “Bila Kobanê neyê jibîrkirin” e û got: “Ji kerema xwe Kobanê ji bîr nekin, ji kerema xwe berxwedana Kobanê ji bîr nekin, ji kerema xwe gelê me yê sivîl ê ku li Kobanê dijî ji bîr nekin.”
Alîkariya ku ji aliyê Federasyona Rojava ya Mêrdînê ve ji bo Kobanê hatibû komkirin, beriya bi rê bikeve, li otogara ku nû tê çêkirin a li navçeya Artûklû ya Mêrdînê li hev kom bûn. Pankartên bi Kurdî û Tirkî yên “Em bi te re Kobanê” û “Karwanê Alîkariya ji bo Kobanê” bi 25 wesayitên alîkariyê ku li qadê li kêleka hev kom bûn, hatin kirin. Beriya karwanê alîkariyê bi rê bikeve, Hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Febrûniye Aykol Akay, Hevşaredarê Artûklûyê Emîn Irmak, hevşaredarên navçeyên Mêrdînê, Hevserokên HDP’ya Mêrdînê Musa Alkan û Aysel Erol, Hevserokn DBP’ya Mêrdînê Omer Ocalan û Perîhan Agaoglu û gelek kes amade bûn. Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk li vê derê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew komkujiya li Hesekê pêk hat bi tundî şermezar dikin. Turk destnîşan kir ku gelê Rojava berxwedaneke bêhempa nîşan dide û da zanîn ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi canê xwe û bi hemû hêza xwe ji bo azadkirina axa Kurdan gelek bedel dan.
Turk destnîşan kir ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de ji bo pêşerojeke azad û demokratîk bi hemû hêza xwe ve têdikoşin û da zanîn ku gelê Rojava di vê têkoşînê de ne bi tenê ne. Turk bal kişand ser berxwedana destanî ya hêzên YPG, YPJ û HGP’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û banga piştgiriyê kir.
Turk da zanîn ku wê karwanê alîkariyê ku ji 25 wesayitan pêk tê, tevî hevşaredarên Mêrdînê derbasî Kobanê bibin û diyar kir ku pêvajo pêvajoyekî gelekî dirêj e. Turk got: “Em neçar in ku vê alîkariyê û vê piştgiriyê bidomînin. Çawa ku gelê bi hesasiyeteke mezin duh xwedî li Kobanê derketin, wê îro jî bi hesasiyeteke mezin xwedî li Kobanê derbikevin. Divê em vê piştevaniyê nîşan bidin. Ji kerema xwe Kobanê ji bîr nekin, ji kerema xwe berxwedana Kobanê ji bîr nekin, ji kerema xwe gelê me yê sivîl ê ku li Kobanê dijî ji bîr nekin.”
Turk piştre bersiv da pirsên rojnamevanan û da zanîn ku wê kampanyayên wan ên alîkariyê ji niha û pêde jî berdewam bikin. Turk got: “Tişta ku îro me kir, ya rast ew bû ku em peyama ‘Bila Kobanê neyê jibîrkirin’ bû. Em ê alîkariya ji bo Kobanê bidomînin.”
Daxuyanî bi dirûşima “Bijî Berxwedana Kobanê” bi dawî bû. Piştre karwaneke ji 25 wesayîtan derbasî Kobanê bû. Hate ragihandin ku wê hevşaredarên Mêrdînê sibê biçin Kobanê.
Hate zanîn ku di karwanê ji 25 kamyonan pêk tê de, pêwîstiyên weke cil û ber, zad û xurek hene.