Li Şengalê çalakiyên sûîqestê: Çeteyek hat kuştin, yek birîndar bû

Li qada girê Şehîd Erdal a Şengalê di encama çalakiyeke sûîqeste de çeteyek hat kuştin. Li taxa Sûka Jêr jî çeteyek di encama çalakiya sûîqestê de birîndar bû.

Li qada girê Şehîd Erdal a Şengalê di encama çalakiyeke sûîqeste de çeteyek hat kuştin. Li taxa Sûka Jêr jî çeteyek di encama çalakiya sûîqestê de birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 25'ê Adarê saet di 20'an de, li taxa Sûka Jêr a li navenda Şengalê, hêzên gerîla çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de çeteyek birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 26'ê Adarê de jî saet di 07:30 de hêzên gerîla li qada Girê Şehîd Erdal çalakiyeke sûîqestê lidar xistine û li vir çeteyek hatiye kuştin.