Li Amedê çalakiyên Hefteya Qehremaniyê
Di çalakiyên cuda yên ku di çarçoveya Hefteya Qehremaniyê pêk hatin de gerîla û şervanên PKK, HPG, YPJ û YPG’ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Di çalakiyên cuda yên ku di çarçoveya Hefteya Qehremaniyê pêk hatin de gerîla û şervanên PKK, HPG, YPJ û YPG’ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Li Amedê, di çalakiyên cuda yên ku di çarçoveya Hefteya Qehremaniyê de pêk hatin gerîla û şervanên PKK, HPG, YPJ û YPG’ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Şervan û gerîlayên PKK, YPG, HPG û YPJ’ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan, di çarçoveya çalakiyên Hefteya Qehremaniyê ya di navbera 21-28’ê Adarê, de hatin bîranîn. Çalakiya destpêkê bi pêşengiya MEYA-DER’ê li ber avahiya DBP’ya Amedê bi beşdariya bi sedan kesan pêk hat. Di çalakiya daxuyaniya çapemeniyê de, wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mahsun Korkmaz (Egîd) û Mazlûm Dogan û gerîlayên Kurd ên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin hildan û pankartên “Şehîdên me soza me ya rûmet û mirovahiyê ne, meşa me ya aştî û serketinê ne” û “Tenê kesên ku dilê wan bi agir û bengiya serketinê dişewitin dikarin bi me re bimeşin” hatin vekirin. Her wiha, dirûşmên “Fermandar Egîd Dijî, PKK şer dike”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin.
Hevseroka MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle diyar kir ku 21-28’ê Adarê ew roj in rojên ku gelê Kurd gihiştiye hebûna xwe û xwe ji nû ve afirandine, di van rojan de hêviyên xwe yên ji bo azadiyê mezin kirine. Dîcle got: “Ragihandina Hefteya Qehremaniyê û pratîka wê bi her awayî tê wateya berxwedaneke giştî ya li dijî hemû êrîşên dijminan a hêzên derve ye.”
Dîcle destnîşan kir ku gelê Kurd li her derê bi lehengî dimeşe û bi biryarî ala xwe bilind dikin û kesên ku di têkoşîna azadiyê, rûmet û mirovahiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.
Piştî daxuyaniya çapemeniya her kes li wesayîtan siwar bûn û çûn serdana Goristian Yenîkoy a ku gorên şehîdên PKK, HPG, YPJ û YPG’ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û dûa kirin. Piştre girse çû serdana kesên di pevçûn û bûyerên 28’ê Adara 2006 de jiyana xwe ji dest dan.