Li Mêrdînê lêpirsîna li hember endamên BES’ê hat şermezarkirin
Şaxa BES’ê ya Mêrdînê lêpirsîna li hember endamên xwe şermezar kir.
Şaxa BES’ê ya Mêrdînê lêpirsîna li hember endamên xwe şermezar kir.
Şaxa BES’ê ya Mêrdînê lêpirsîna li hember endamên xwe şermezar kir. Serokê Şaxa BES’ê Benlî yê di çalakiyê de axivî got, “Ev lêpirsîn ji bo şkandina çalakiyan e, mobbîng in. Astengkirina xebatên sendîkayî ne. Ti mafê rêveberekî nîne vê bike. Ev sûc e.”
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buro (BES) a Mêrdînê, têkildarî lêpirsîna li hember endamên wan hatiye vekirin, li ber avahiya Edliyeya Mêrdînê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Serokê Şaxa BES’ê ya Mêrdînê Mustafa Benlî xwest lêpirsîna hatiye vekirin paşde bê kişandin. Benlî her wiha xwest daxwazên kedkarên Maliyeyê jî bên cih û diyar kir ku tevayî gavên ev 12 sal in hikûmeta AKP’ê li ser navê demokratîkbûnê diavêje ne şênber in.
Benlî wiha axivî: "Divê cil û bergên kedkarên gelemperiyê li ser welatiyan têgihiştineke newekheviyê çêneke. Li ser vî esasî sendîkaya me, ji 17’ê Cotmeha 2014’an ve biryar girtiye ku bi cilûbergên serbest biçin kar. Mev biryar bi rêya çapemeniyê ragihand. Her wiha em çûn kargehan û me ev biryar ji endamên xwe re ragihand. Li ti kargehekê ku li hember endamên me ti pirsgirêkan rû nedan, Midûriyeta Daîreya Wergiyê ya Defterdariya Mêrdînê der barê 3 hevalên me de lêpirsîna disîplînê daye destpêkirin. Ev lêpirsîn ji bo şkandina çalakiyan e, mobbîng in. Astengkirina xebatên sendîkayî ne. Ti mafê rêveberekî nîne vê bike. Ev sûc e.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.