FKÊ li dijî zextan mîtîngê lidar dixe

FKÊ, ji bo balê bikşîne ser binpêkirina mafê Êzidiyan ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û ji bo daxwazên civata Êzidî bîne ser ziman, mîtîngekê lidar dixe.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê (FKÊ) ji bo balê bikşîne ser binpêkirina mafê Êzidiyan ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û ji bo daxwazên civata Êzidî bîne ser ziman, mîtîngekê lidar dixe. Mîtîng wê li paytexta Elmanya Berlînê pêk were û banga tevlîbûnê li hemû Kurdistanî, dostên wan û parêzvanên mafên mirovan hat kirin.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo balê bikşînin ser êrîşa asayîşa PDK'ê ya li hemberî Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê û girtina Êzidiyan ew ê mîtîngekê lidar bixe.

Federasyonê da xuyakirin ku wê bi vê mîtîngê de daxwazên Êzidiyan bîne ser ziman.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê, bi van 3 serenavan daxwazên xwe bilêv kir:

1- Zext û cihêkariya li Iraq û Başûrê Kurdistanê li Êzidiyan tê kirin, bi lezgînî û bê şert û merc ji holê bê rakirin.

2- Hemû Êzidiyên bêguneh ên hatine girtin, tavilê serbest werin berdan.

3- Li Iraq û Başûrê Kurdistanê, azadî û mafê bingeh ê Êzidiyan bên ewlekirin.

Mîtîng wê di 2'ê Nîsanê saet di 13:00 de li Brandenburger Tor a li paytext Berlînê were lidarxistin.