Li Şemrexê li cihê operasyonê çalakiya protestoyî

Li navçeya Mêrdîn Şemrexê, bi pêşengiya HDP û DBP'ê girseya gel li bejahiya ku duh leşker lê derketibûn operasyonê çalakiya protestoyî lidar xist.

Li navçeya Mêrdîn Şemrexê, bi pêşengiya HDP û DBP'ê girseya gel li bejahiya ku duh leşker lê derketibûn operasyonê çalakiya protestoyî lidar xist.

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Şemrexê, ji bo operasyona leşkerî ya 24'ê Adarê li bejahiya Mêrdînê hat meşandin protesto bikin, çûn cihê operasyonê û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û PKK'ê hatin hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. 

Hevseroka HDP'ê ya Şemrexê Seda Aktaş li vir daxuyanî da û diyar kir ku dewlet di pêvajoya çareseseriyê de bi berpirsyariyên xwe ranabe. Aktaş got, "Tevî ku PKK li gorî banga agirbestê tevdigere û hesasiyeta xwe ya di vê mijarê de dewam dike jî, leşkerên dewleta Komara Tirkiyeyê ev peyman binpê kirine. Mînaka herî ber bi çav a vê yekê, operasyona leşkerî ya li bejahiya navçeya Mêrdîn Şemrexê ye."

Aktaş ragihand ku ew ê li hemberî operasyoneke gengaz çalakiyên mertalên zindî pêk bînin û anî ziman ku tîmên taybet di dema operasyonê de dîmenê gundiyên li herêmê kişandine kamerayê. Aktaş diyar kir ku gel ji ber vê rewşê bi fikar e û bang li dewletê kir ku li gorî ruhê pêvajoya çareseriyê tevbigere.