Ji KCK'ê banga pîrozkirina hefteya qehremaniyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Di salvegera şehadeta rêheval Egîd de em bang li gelê xwe dikin, ku hefteya lehengiyê bi şêweyekî hêjayî Egîdan e, pîroz bike."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Di salvegera şehadeta rêheval Egîd de em bang li gelê xwe dikin, ku hefteya lehengiyê bi şêweyekî hêjayî Egîdan e, pîroz bike."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Rêhevalê Egîd seknek bû. Kesayetiyeke rast a serketinê bû ku ti carî tenezûlî ya hêsan ne dikir, her tim hewl dida ya zehmet bi ser bixîne. Kesayetiya wî ya pêngavî, wêrekî û serweriya wî ya di xeta leşkeriyê de îro di rastiya gelê me yê bûye artêş de, di berxwedana Kobanê û Şengalê de dijî. Di salvegera şehadeta rêheval Egîd de em bang li gelê xwe dikin, ku hefteya lehengiyê bi şêweyekî hêjayî Egîdan e, pîroz bike."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya hefteya qehremaniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Meha Adarê ji bo tevgera şoreşger a Kurdistan û Tirkiyeyê bûye meheke ku li gorî ruhê berxwedan û raperînê di asta pêngavî de têkoşîn hatiye xurtkirin û şehadetên mezin hatiye dayîn.
Di kesayetiya fermandarê mezin ê efsanewî rêheval Egîd, Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bêrîvan, Ronahî û Mahîr Çayan ên di meha Adarê de şehîd ketin, em hemû şoreşgerên têkoşîna sosyalîzm, azadî û demokrasiyê yên şehîd ketine bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin; em soza xwe dubare dikin ku hesreta şehîdên şoreşê di partîbûyîn, artêşbûyîn û leşkerîbûyînê de, bi bilindkirina têkoşînê û avakirina jiyana azad û demokratîk a gelên me re, bicih bînin.
Di salvegera 29. a bîranîna şehadeta fermandarê mezin qehremanê neteweyî rêhevalê Egîd de, bi Rêber Apo re weke gel em ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne û rûmetdariya mezin a vê yekê dijîn.
Kesayetên dîrokî dema di nava mercên tê de jiyane û têkoşiyane werin nirxandin, hingî wê mezinahiya wan baştir were fêmkirin.
Ruhê şoreşger ê 1971'ê, berxwedan û şehadeta rêhevalê Mahîr Çayan di têkoşîna sosyalîzm, azadî û demokrasiyê ya gelên me de xwedî cihekî dîrokî ye.
Kawayê Hemdem rêhevalê Mazlûm Dogan, bi sê derbikên niftikê tarîtiya zîndana Amedê ronî kir, ruhê îsyanê û berxwedana hezaran salî ya Newrozê nûjen kir, li her devera Kurdistanê agirê Newrozê geş û dîrokî kir.
Di şert û mercên ku Kurd careke din nekarîbû li ber xwe bide û hatibû kolekirin de, rêhevalê Egîd bi pêngava 15'ê Tebaxê ya Dihê û Şemzînanê re bû yek, ku ev pêngava di dîroka gel û tevgera me de îsyana dawî ya azadî û hebûnê ye û ji aliyê hin kesan ve weke 'fîşeka li tarîtiyê hatiye teqandin' li gorî hin derdoran jî weke 'hesabpirsîna ji dîrokê' hatiye pênasekirin.
Rêhevalê Egîd hem di salên 1970'yî yên dema naskirina tevgera me ya azadiyê de, hem jî di dema mercên darbeya leşkerî ya faşîzma 12'ê Îlonê de, li dijî her şêwe helwestên dudil, bê îdîa û bê biryar, weke kadroyekî bijarte yê tevgera me bi biryardarî û milîtanî têkoşiya. Li qada derveyî welat-Rojhilata Navîn a ku tevgera me ji bo ji nû ve rêxistinbûyîn û kombûyînê biryara vekişînê da, di qada îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî de wezîfe û berpirsyariyên girîng girt ser milê xwe û xebatên girîng meşand. Di vegera li welêt, bicihbûna komên destpêkê li çiyayên Kurdistanê û ji nû ve destpêkirina şerê berxwedanê de rêhevalê Egîd dîsa di asta pêşengiyê de cih girtî ye. Di bicihbûn, perwerde, keşif, veguhastin û birêvebirina yekîneyên destpêkê yên propaganda çekdarî de bi xwe cih girtiye, fermandariya wê kiriye. Rêhevalê Egîd bi qasî berxwedana xwe ya dema dijiya, bi şehadeta xwe re jî tevgera me mezin kiriye. Îro li nava refên HPG, YPG û YRK'ê bi hezaran Egîdên ciwan di asta şervan û fermandariyê de têdikoşin. Di kesayetiya rêhevalê Egîd de, di rêya serketinê ya Rêber Apo de xeteke têkoşîn û berxwedanê hatiye afirandin. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo wî gotibû 'yê ku min herî baş fêm dike'. Rêhevalê Egîd seknek bû. Kesayetiyeke rast a serketinê bû ku ti carî tenezûlî ya hêsan ne dikir, her tim hewl dida ya zehmet bi ser bixîne. Kesayetiya wî ya pêngavî, wêrekî û serweriya wî ya di xeta leşkeriyê de îro di rastiya gelê me yê bûye artêş de, di berxwedana Kobanê û Şengalê de dijî. Di salvegera şehadeta rêheval Egîd de em bang li gelê xwe dikin, ku hefteya lehengiyê bi şêweyekî hêjayî Egîdan e, pîroz bike."