Newroz li Odessa hat pîrozkirin
Cejna vejînê Newroz li bajarê Odessa yê Ûkraynayê hat pîrozkirin.
Cejna vejînê Newroz li bajarê Odessa yê Ûkraynayê hat pîrozkirin.
Cejna vejînê Newroz li bajarê Odessa yê Ûkraynayê hat pîrozkirin.
Pîrozbahî bi beşdariya bi sedan kesî li salona Palladîûm a Oddesayê pêk hat. Şahî bi axaftina vekirinê ya Serokê Organîzasyona Kurdên li Ûkraynayê Georgi Gasanov û Çîçek Mêrdîn destpê kir.
Di axaftinan de Newroz li gelê kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê hat pîrozkirin û hat destnîşankirin ku sala 2015'an sala serketinê ye.
Di bernameya pîrozbahiyê de hunermendên herêmî Cîger Reş, Şiyar Berzencî û koma govendê a ciwanan derketin ser dikê. Hunermend Mûstafa Bazidî jî bi berhemên xwe re reng da pîrozbahiyê.