Di roja 189. a berxwedana Kobanê de li derdora Qereqozax a li başûrrojavayê Kobanê pevçûnên dijwar qewimîn. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku li vê derê 24 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û hemû êrîş hatine şikandin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, encamên pevçûnên roja 189. a berxwedana Kobanê, bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir.
Navendê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gund û derdora Qereqozax a li başûrrojavayê Kobanê duh tevahiya rojê dewam kiriye û ragihand, ku piştî pevçûnên dijwar hemû êrîşên çeteyan hatine şikandin.
Li gorî daxuyaniyê, di pevçûnên li vê qadê de herî kêm 24 çete hatine kuştin, tevî 13 ji termên çeteyan 13 kleş, 70 şarjor û 700 fîşekên kleşê, 1 roketavêja B7, 1 BKC û 1.000 fîşekên BKC, 13 bombeyên destan, 2 bêtel û 2 dûrbînên çeteyan ketine destê hêzên YPG/YPJ'ê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Du rêhevalên me yên ku şikandina êrîşên çeteyan de roleke girîng listîn bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê."