Di 4'ê Nîsanê de wê meşeke girseyî li Amara bê lidarxistin
Mîna her sal îsal jî wê di 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Amarayê meşeke girseyî were lidarxistin.

Kurd wê bi pêşengiya TUHAD-FED'ê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şiyara "Ji Rêbertî re Azadî" ya bi ruhê Newrozê pîroz bikin. Li dû pîrozbahiya 3'ê Nîsanê ya li Xelfetiyê wê di 4'ê Nîsanê de pîrozbahî li gundê Amara dewam bike. Der barê mijarê de Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz li vahiya federasyonê civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku Ocalan ev 16 sal in bi berxwedana xwe ya li Îmraliyê re mînakek ji bo têkoşîna aştiyê ye.
Temîzyuz ragihand ku Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên bidest, ciwan û jinan hêviya jiyanê ya azad û watedar e û got, "Di rewşa heyî de divê êdî Rêberê me azad bibe. Bi 10 mîlyon îmzeyên ji bo azadiya Rêberê me hatin komkirin re, êdî dîlgirtina wî ya ji aliyê fîzîkî ve, bê wate bûye."
Temîzyuz da xuyakirin ku Meşa 4'ê Nîsanê ya Amara, ji rojbûneke klasîk wêdetir, meşa azadiya gelê Kurd e û got, "Ji nû ve vejîna gelekî hebûn, nasname û zimanê wê hatiye qedexekirin, îfade dike."
Temîzyuz bang li her kesî kir ku bi ruhê Newrozê beşdarî Meşa Amarayê bibin.
Der barê bernameya meşê de jî diyar kir ku wê di rojên pêş de zelal bikin û bi raya giştî re parve bikin.