Li Kerboranê bi dirûşma, 'Kobanê rûmeta me ye’ kampanyaya alîkariyê

Şaredariya Kerboranê bi dirûşma, "Kobanê rûmeta me ye, em lê xwedî derkevin” kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Hevşaredarê Kerboranê Şîpçîk banga piştgiriyê li gel kir.

Şaredariya Kerboranê bi dirûşma, "Kobanê rûmeta me ye, em lê xwedî derkevin” kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Hevşaredarê Kerboranê Şîpçîk banga piştgiriyê li gel kir.

Kampanyaya piştevaniya bi Kobanê re didome. Li navçeya Kerboran a Mêrdînê di pêşengiya şaredariyê de bi dirûşma, "Kobanê rûmeta me ye, em lê xwedî derkevin” kampanya hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ku DBP, HDP, EGÎTÎM SEN û DAR-DER piştgirî dide esnaf hatin ziyaretkirin, kelûpelên paqijî, cilûberg, paçên zarokan hatin komkirin.

ŞÎPÇÎK: EM LI BENDA ALÎKARIYA GELÊ XWE NE

Hevşaredara Kerboranê Zeynep Şîpçîk, di daxuyaniya têkildarî kampanyayê de got , "Ji bo gelê Kobanê yê bi rûmet me kampanyaya alîkariyê daye destpêkirin. Kobanê dilê me ye û wê timî di dilê me de bimîne. Ji bo kampanyaya me îro daye destpêkirin, em li benda alîkariya gelê xwe yê Kerboranê ne.”

Kelûpelên di çarçoveya kampanyayê de hatin destpêkirin 25’ê Adarê wê bi TIR’an bişînin Kobanê.