Girtiyê nexweş ev 15 roj in li koxûşa mehkûman a nexweşxaneyê tê sekinandin

Girtiyê bi nexweşiya giran Habîl Emen ê ji Girtîgeha Kiriklarê rakirin nexweşxaneyê, bi hinceta 'nexweşên rewşa wan lezgîn hene' ji aliyê nexweşxaneyê ve nayê emeliyatkirin. Eger Emen neyê emeliyatkirin, xeterî heye ku felç bibe.

Girtiyê bi nexweşiya giran Habîl Emen ê ji Girtîgeha Kiriklarê rakirin nexweşxaneyê, bi hinceta 'nexweşên rewşa wan lezgîn hene' ji aliyê nexweşxaneyê ve nayê emeliyatkirin. Eger Emen neyê emeliyatkirin, xeterî heye ku felç bibe.

Emen ê ji pişta xwe ve taqurî bûye, ji bo bê emeliyatkirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê. Rêveberiya nexweşxaneyê ji Emen re got "Di dorê de gelek nexweş hene" û ew li koxûşa mehkûman a Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê bicih kir.

NEXWEŞXANE YE YAN GIRTÎGEH E?

Emen ê ku nêzî 15 roj in li koxûşa mehkûman tê rawestandin, der heqê rewşa wî de birayê wî Kabîl Emen agahî da.

Emen ragihand ku kekê wî ev 15 sal in girtî ye û li ser îfadeya kesekî cezayê ragirtina heta bi hetayê lê hatiye birîn. Emen got, "Doktoran jê re gotiye rewşa pişta wî xerab e. Eger emeliyat nebe, rîsk heye ku felç bibe. Piştî ku rewşa wî giran bû ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê. Agahî dan me. Dema ez çûm wê derê, min dît ku li nxweşxaneyê jî girtîgehek heye. Min xwest der heqê kekê xwe agahiyê bigirim, lê bersiva ku nexweşxaneyê da min; 'nexweşên hîn lezgîntir heye' bû. Hînê emeliyat hebûye. Rewşeke kêfî heye."

TAY-DER: YA LÊ TÊ KIRIN ÎŞKENCE YE

Hevserokê TAY-DER Şaxê Îzmîrê Mûsa Karbadag jî der heqê binpêkirina mafên mirovan ên li hemberî Eren tên kirin de bang li wezîfedaran kir, ku berpirsyariyên xwe tavilê bicih bînin. Karbadag diyar kir ku eger bi hesasiyeteke pewîst emeliyat neyê kirin, dibe ku piştî emeliyatê Emen felç bibe û got, "Tedawiya hevalê me veguheriye îşkenceyê. Ji bo Habîl Emen di serî de Yekîtiya Tabîbên Tirk em bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên mafên mirovan dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin."