Baydemîr: Divê gelê Kurd heviyê ji kesî neke

Osman Baydemîr di pîrozbahiyên Newrozê de bang li Kurdên Anatolyaya Navîn kir û got ku ew naxwazin Kurdekî li ber deriyê AKP’ê bibînin û bang li hemû Kurdan kir ku dengên xwe bidin HDP’ê.

Osman Baydemîr di pîrozbahiyên Newroza Stockhyolm a Swêdê de bang li Kurdên Anatolyaya Navîn kir û got ku ew naxwazin Kurdekî li ber deriyê AKP’ê bibînin û bang li hemû Kurdan kir ku di hibijartinên parlamenteriyê de dengên xwe bidin HDP’ê.

Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Stockholm a Swêdê bûn.

Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên têkoşîna azadiya Kurd, pankart û alên PKK, KCK, PYD, YPG û YPJ’ê li salonê hatin daliqandin. Axaftina vekirinê Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê Ayşe Goktepe kir.

Goktepe got ku Newroz berê li kolanan dihat pîrozkirin û niha veguheriye serhildanên ku mîlyon tevlî dibin, li Amedê 3 mîlyon kes berhev bûne û nîşan dane ku li pişt tevgera Kurd û Rêbertiyê ne.

BERXWEDANÊN KOBANÊ Û ŞENGALÊ HAT SILAVKIRIN

Goktepe anî ziman ji ber komkujiya DAIŞ’ê ya li Hesekê Newrozê dilşikestî pîroz dikin û berxwedana Kobanê û Şengalê pîroz kir. Goktepe got ku wê Kurdên Ewropayê ligel şoreşa Rojava cih bigirin.

Hevserokê Navenda Kurd a Demokratîk a Swêdê Orhan Demîrbag axivî û got ku hilbijartinên di 7’ê Hezîranê de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gelek girîng in û yekane hêza pêşî li rejîma dîktator a AKP’ê bigire HDP ye.

JI BO HDP’Ê BANGA PIŞTGIRIYÊ

Demîrbag anî ziman ku ji bo HDP benda ji sedî 10 derbas bike û bikeve parlamentoyê bar dikeve ser 400 hezar hilbijêrên li dîasporayê dijîn û her kesê li aliyê aştî û kedê divê dengên xwe bidin HDP’ê.

DI NEWROZA 2016’AN DE WÊ OCALAN Û GIRTIYÊN SIYASÎ AZAD BIN

Osman Baydemîr jî destnîşan kir ku di encama helwesta bi biryar ya gelê Kurd de dewleta Tirk neçar maye bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin û muzakereyê bike û got: “Bi piştgiriya 40 mîlyon Kurdên ji Hewlêr, heta Mahabad û heta Qamişlo, wê di Newroza 2016’an de Ocalan bigihêje azadiya xwe.

Baydemîr wiha got: “Her wiha wê di 2016’an de hemû girtiyên siyasî azad bin. Newroza Amedê bi tevlîbûna mîlyonan hat pîrozkirin. Çavên hemû cîhanê li Amedê bû. Gelê Kurd êdî dîwarê tirsê hilweşandiye. Ji çar aliyê welat hatine û Newroz pîroz kirine. Em deyndarên şehîdên xwe ne. Ji bilî îradeya Kurd hemû xetên li Rojhilata Navîn hatine xêzkirin wê bên rakirin. Ev jî bi berxwedana Kurdên her çar parçeyan mimkun e. Di berxwedana Kobanê de piştevaniya Kurdan û pêşmergeyan mînak e.

KURDAN RÛMET Û HEYSIYETA MIROVAHIYÊ PARASTIN

Baydemîr bal kişand ser êrîş û komkujiyên DAIŞ’ê yên li ser Êzidiyan û got: “Birayên me yên Êzidî fermana 73. jiyan. Divê hemû cîhan bizane ku gelê Kurd pir bawerî û pir olî ye. Aliyê me yê din Êzidî, Sunnî û Elewî ye, lê em hemû Kurd û Kurdistanî ne. Li Şengal, Kobanê, Kerkuk û Mexmûrê gelê me bi bedena xwe li dijî DAIŞ’ê bûn mertal û li Rojhilata Navîn rûpelek nû avakirin. Bi van berxwedanan ne tenê Kurdistan, rûmeta hemû mirovahiyê diparêzin.”

Baydemîr di berdewamiya axaftina xwe de li ser girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan, encamên hilbijartinan 7’ê Hezîranê li Tirkiye û Kurdistanê sekinî.

Baydemîr got ku li Swêd û Ewropayê gelek Kurdên Anatolya Navîn hene û wiha bang li Kurdên Anatolyaya Navîn kir: “Ev 300 sal e hûn sûrgin in. Em dizanin we her tim sirgûn jiya. Lê em naxwazin Kurdekî Sunnî û Elewî li ber derê AKP’ê bibînin. Divê Kurd ji kesî tiştekî nepên.” Baydemîr Newroza hemû Kurdan pîroz kir û banga piştgiriya HDP’ê kir.

Hunermend Nasir Rezazî, Nûarîn, Comerd, Koma Nûrdil, Mîran û Ferhat derketin ser dikê û Kurdan li ber stranan govend gerand. Pîrozbahî heta derengiya şevê berdewam kir.