NCDK a Zurichê kongreya xwe lidar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Zurichê, di kongreya xwe de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û banga destekkirina HDP'ê kir.

Kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Zurichê ya diyarî cangoriyên berxwedana Şengal û Kobanê hat kirin, bi beşdariya 300 kesî pêk hat.
Peyama Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kongreyê hat xwendin û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin.
CEYLAN: PÊVAJOYA NÛ WÊ BI RUHÊ SERHILDANÊ WERE PÊŞWAZÎKIRIN
Hevserokê KCD Mûrat Ceylan di axaftina xwe ya li kongreyê de diyar kir ku Navendên Civaka Demokratîk li çar aliyên Kurdistanê gelan temsîl dike û got, "Li ser bingeha armanca Ocalan ê Azad, Kurdistana Azad, têkoşîna me derbasî qonaxeke nû dibe. Pêvajoya nû wê bi ruhê serhildanê were pêşwazîkirin. Lewma hilbijartinên 7'ê Hezîranê gelekî girîng e û em bang li her kesî dikin ku li dora HDP'ê bicivin."
'DIVÊ EM RÊBERÊ XWE AZAD BIKIN'
Nûnerê Civaka Azad Xebat Ocalan jî got, "Rêberê me di nava şert û mercên dîlgirtinê de jî bingeha Kurdistana Azad datîne. Divê em jî bi têkoşîna xwe re Rêberê xwe azad bikin. Gel û gerîlayên Kurd, heta ku azadiya welat û Rêberê xwe garantî nekin, dest ji çekê bernadin."
Di kongreyê de rapora kar hat xwendin, rexnedayîn hat kirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hundirîn di dema pêş de, hat destnîşankirin ku divê komîsyon bikevin nava tevgerê.
HILBIJARTIN
Li dû hilbijartinan Yilmaz Polat û Makbûle Demîr bûn hevserokên nû yên navendê.
Ji bo kongreya ku endamên Yekîtiya Hêza Demokratîk jî lê amade bûn, ÎGÎF'ê jî peyamek şand.