Ji DBP'ê banga xurtkirina têkoşîna li dijî HES'ê

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) der heqê Santralên Hîndroelektrîk (HES) de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DBP'ê da xuyakirin ku bi rêya HES'an xwezaya Mezopotamyayê tê qetilkirin û got, "Mîna qirkirina çandî ya DAIŞ'ê, bi rêbazên hîn ziravtir hikûmet bi rêya bendav û HES'an heman qirkirinê dike." Di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku ji bo astengkirina HES'an têkoşînê mezin bike û çalakiyan lidar bixe.

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) der heqê Santralên Hîndroelektrîk (HES) de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'TÊ XWESTIN KU CEWHERA MIROVAHIYÊ WERE TINEKIRIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şêweyê herî bingehîn ê jiyana xwezayî li xaka Mezopotamyayê hatiye jiyîn, cewhera jiyana xwezayî li vê xakê şîn bûye û hat gotin, "Hêzên desthilatdar ên dixwazin jiyanê qetil bikin, ji ber ku erdnîgariya Mezopotamya cihê jiyîna herî kûr a civakîbûnê ye, vê qadê hedef digirin. Jiyan li vê xakê bi hemû bedewiya xwe hatiye hûnandin."

'HIKÛMET BI AVAKIRINA HES'AN RE DIXWAZE QADÊN JIYANÊ TINE BIKE'

Navenda Giştî ya DBP'ê diyar kir ku hikûmeta heyî jî heta niha di gelek talana xwezayê û qetlîama çandî de cih girtiye û got, "Ev qetlîam gelek caran bi çekirina avahiyan, AVM'yan û gelek caran jî bi çêkirina bendav û HES'an hatiye kirin. Bi vî rengî qadên jiyanê yên ruhberan ji holê hatine rakirin. Polîtîkayên û pêvajoya 40 salan a şer, rê li ber qetlîameke mezin a xwezayê vekirine."

MÎNA DAIŞ'Ê

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hovîtiya DAIŞ'ê ku li gel her şêwe komkujiyan, qetlîama xweza û çandê dike û hat gotin, "Mîna qirkirina çandî ya DAIŞ'ê, bi rêbazên hîn ziravtir hikûmet bi rêya bendav û HES'an heman qirkirinê dike. Em weke partiyeke ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê pejirandiye, mîna heta niha ji niha û pê ve jî em ê li dijî tinekirina qadên jiyanê yên ruhberan, têkoşîna xwe bilind bikin."

BANGA TEVLÎBÛNA LI ÇALAKIYAN

DBP'ê ragihand ku ew ê di dema pêş de hîn bêhtir çalakiyan lidar bixin û got, "Ji bo li dijî qetlîama xwezayê derkevin, ji bo pêşî li çêkirina HES'an bigirin em bang li gelê xwe, hemû ekolojîstan û derdorên hestiyar dikin, ku beşdarî çalakiyan bibin."