Nasnameya 3 cangoriyên YPG'ê hat aşkerakirin
Nasnameya 3 şervanên YPG'ê yên li Kobanê û Cizîrê jiyana xwe ji dest dan, hat aşkerakirin.
Nasnameya 3 şervanên YPG'ê yên li Kobanê û Cizîrê jiyana xwe ji dest dan, hat aşkerakirin.
Nasnameya 3 şervanên YPG'ê yên li Kobanê û Cizîrê jiyana xwe ji dest dan, hat aşkerakirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Cizîrê û Kobanê de jiyana xwe jidest dan, aşkera kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û komên çete de li Cizîrê û Kobanê didome û hate destnîşankirin ku di pevçûnan de 3 şervanên wan bi lehengî cihê xwe di berxwedana parastinê de girtin û jiyana xwe jidest dane.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bi ser bilindî dibêjin ku şehîdên me di merteba herî bilind de ne, ji ber ku ew şehîdên rastiyê ne."
YPG’ê di daxuyaniya xwe de soza şopandina tola cangoriyan da û nasnameya wan aşkera kir:
Hemîd Bûrkanlo Madlo bi nasnav Çavreş Mako, li Mako ji dayik bû, d, di sala 2011’an de tevlî nava refên YPG’ê bû û di 15’ê Adarê de li gundê Xizêliya yê Holê jiyana xwe jidest da.

Mihemed Emîn bi nasnav Egîd Şahan, li Karaziyad a Mako ji dayik bû, di sala 2012’an de tevlî nava refên YPG’ê bû û di 20’ê Sibatê de li gundê Dafî yê Kobanê jiyana xwe jidest da.

Nayîb Mehmûdî bi nasnav Fesîh Zîndan, li Kutol ji dayik bû, di sala 2013’an de tevlî nava refên YPG’ê bû û di 12’ê Adarê de li gundê Xêbiş yê Til Temirê jiyana xwe jidest da.
