Ji bo şervanên YPG’ê Konyar û Tan sersaxî tên qebûlkirin

Ji bo şervanên YPG’ê Cuneyt Konyar (Bîrhat Dijwar) û Îsmaîl Tan (Aras Cîlo) li Colemêrgê sersaxî tên qebûlkirin.

Ji bo şervanên YPG’ê Cuneyt Konyar (Bîrhat Dijwar) û Îsmaîl Tan (Aras Cîlo) li Colemêrgê sersaxî tên qebûlkirin.

Ji bo şervanên YPG’ê Cuneyt Konyar (Bîrhat Dijwar) û Îsmaîl Tan (Aras Cîlo) ku di dîrokên cuda de li Kobanê di pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li Kobanê hatin definkirin, ji aliyê MEYADER’a Colemêrgê ve taziye hat danîn.

Li taziyeya Mala Şînê ya Haci Omer Tekçe ya li Taxa Karşiyakayê, rêveberên MEYADER, xizmên YPG’iyan, rêveberên saziyên civaka sivîl û gelek kes amade bûn.

Wêneyên Tan û Konyar û posterên Rêberê Gelê Kurd, alên PKK û YPG’ê hatin daliqandin. Bavê Konyar Halîl Konyar axivî û got ku hemû şervanên li Kobanê şehîd ketine û li ber xwe didin nirxên gelên Kurd in.

Konyar da zanîn ku şervanan ji bo Kurdistanê canê xwe feda kirine, ew minetkarê hemû şehîdane û got: “Heta DAIŞ ji Kurdistanê dernekeve em ê têbikoşin. Bijî Rêber Apo û bijî Kurdistan.”

Apê Tan, Muhammed Tan jî axaftinek kurt kir, got ku ew ser bilindin û şervanên Kobanê silav kir.

Sersaxî wê 3 rojan bê qebûlkirin.