Li Şengalê 2 çete hatin kuştin

Li Şengalê, di pevçûna navbera gerîlayên HPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Li Şengalê, di pevçûna navbera gerîlayên HPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, der barê pevçûnên dawî yên li Şengalê de agahî da.

Navendê diyar kir, ku çeteyên DAIŞ'ê duh saet di navbera 12:00 û 15:00 de li derdora taxa Berbirojê xwestin êrîşekê pêk bînin.

Hat ragihandin ku hêzên gerîla bi êrîşê hesiyane û derbên giran li çeteyan dane. Li gorî daxuyaniyê di pevçûna li vê derê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, 3 çete jî birîndar bûne.

Navendê da xuyakirin ku di sibeha 24'ê Adarê saet di 07:00 de, li derdora taxa Sûka Jêr maşîneke çeteyan hedef hatiye girtin û hatiye derbkirin.