Artêşa Tirk li Şemrexê operasyon da destpêkirin

Li navçeya Şemrex a Mêrdînê operasyoneke ku tîmên tevgera taybet, leşker û cerdevan tevlî bûn hat destpêkirin. Hat hînbûn ku yekîneyên çekdar yên sivîl tevlî operasyonê bûne.

Li navçeya Şemrex a Mêrdînê operasyoneke ku tîmên tevgera taybet, leşker û cerdevan tevlî bûn hat destpêkirin. Hat hînbûn ku yekîneyên çekdar yên sivîl tevlî operasyonê bûne.

Li navçeya Şemrex a Mêrdînê di saetên vê sibehê de operasyoneke leşkerî ya berfireh hat destpêkirin. Operasyona ku taxên Golikê, Xindiris û Bîrîniyê digire nav xwe, ligel tîmên tevgera taybet, leşker û  cerdevanan yekîneyên çekdar ên bi cil û bergên sîvîl jî tevlî bûne. Hat hînbûn ku di çarçoveya operasyonê de gelek wesayîtên xirzî li herêma çiyayî hatine bicihkirin.