Di 'Doza Sereke ya KCK'ê' de kontrola edlî ya 12 kesan hate rakirin
Di rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê" de di nav de Rojnameger Tayîp Temel jî ku heye pêkanîna kontrola edlî ya 12 siyasetmedarên Kurd hate rakirin.

Rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê" ya Amedê ya di nav de Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak jî hene ya 175 siyasetmedarên Kurd li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Di rûniştinê de Rojnameger Tayîp Temel jî di nav de îkameya delîlên 3 siyasetmedarên Kurd hate kirin. Piştre ji parêzerên dozê Cîhan Aydin parastin kir û xwest ku pêkanîna kontrola edlî ya li ser siyasetmedarên Kurd, qedexeya derketina derveyî welat û biryara girtîna 14 siyasetmedarên Kurd ên di çarçoveya dosyayê de hatin dayîn bê rakirin.
Piştî navberê heyeta dadgehê biryara kontrola edlî ya siyasetmedarên Kurd Ahmet Erden, Ahmet Îlan, Tayîp Temel, Ramazan Odemîş, Mehmet Aksunger, Resul Arkaplan, Abdullah Bozkoyun, Burhan Karakoç, Mehmet Guzel, Mehmet Nesîp Guzel, Ramazan Morkoç û Tuncay Ok bê rakirin da.
Piştre heyetê rûniştin taloqî 13'ê Tîrmeha 2015'an kir.