Akgun ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
Girtiyê bi navê Abdullah Akgun ê li Girtîgeha Tîpa T a Vekirî ya Manîsayê jiyana xwe ji dest da ji aliyê dehan kesî ve li Kerboranê hat definkirin.

Girtiyê bi navê Abdullah Akgun (31) ê li Girtîgeha Tîpa T a Vekirî ya Manîsayê dihat girtin şevê din nexweş ket û ji ber pereyê wî yê vegerê tunebû nebirin nexweşxaneyê. Ji ber vê yekê Akgun li koxuşê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akgun piştî otopsiyê ji hêla malbata wî ve hat wergirtin û birin Kerborana Mêrdînê. Cenazeyê Akgun li Rawestgeha Sumerê ji hêla dehan welatiyan ve hat pêşwazîkirin û ji wir birin Goristana Şêx Hasan. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Akgun hat definkirin.
Xwarziyê Akgun Servet Çelîk piştî definkirinê axivî û got ku Akgun ji ber xemsariya rêveberiya girtîgehê jiyana xwe ji dest da.