Li Dêrsimê sibehê 'Çarşema Reş' e

Dêrsimî di çarçoveya çalakiyên rojên 'Çarşema Reş' de cih û warên xwe yên pîroz ziyaret dikin.

Dêrsimî di çarçoveya çalakiyên rojên 'Çarşema Reş' de cih û warên xwe yên pîroz ziyaret dikin. 

Gola Çetû ya di navbera Pilemor û Çemê Mûnzûrê de ye û ji aliyê ELewiyên Sersor ve weke cihekî pîroz tê dîtin, di sê Çarşemên meha Adarê tê ziyaretkirin.

Gelê ku van her sê rojên meha Adarê weke "Çarşema Reş" qebûl dike, Jara Gola Çetû ziyaret dike. Cih û warên pîroz bi taybetî li serdana Dêrsimiyên li sirgûnê dijîn, rast tê.

MIZGÎNA BIHARÊ DIDE

Yemoş Atmaca diyar kir ku Çarşema Reş mizgîniya biharê dide û got, "Sê Çarşemên destpêkê yên meha Adarê li gorî baweriya me, weke Çarşema Reş tê zanîn. Jara Gola Çetû ji aliyê hemû cîranên me, gelê me ve tê ziyaretkirin. Di vê roja Çarşema Reş de li cihên pîroz dûa tên kirin."

Atmaca di dewama axaftina xwe de got, "Piştî meha Sibatê yanî meha Xizir, rojên Çarşema Reş tên. Li gundên me qurban dihatin serjêkirin, cem dihatin girtin."

'EM Ê AŞTÎ Û BIRATIYÊ BIXWAZIN'

Fadîme Demîr jî ragihand ku ew ê ji Gola Çetû aştiyê bixwazin û got, "Em ji gund, cih û warên me kirin. Ciwanên me bawerî û cihên me yên pîroz ji bîr kirin. Ziyaretên me di binê avê de hatin hiştin, xwestin mirovên me xwezaya me qetil bikin. Em ê jî sibê biçin cihê pîroz Gola Çetû û ji xwezaya xwe ya mizgîniya biharê dide daxwaza aştî û biratiyê bikin."

Yildiz Aksoy jî anî ziman ku ew diçin Ziyareta Dayika Fatma û got, "Min ji warê pîroz Dayika Fatma xwest ku hemû girtiyên me bên efûkirin."

Aksoy got, "Berî 20 salan ez hatim warê xwe. Em ji sîstemê tiştekî hêvî nakin. Eger gelek xwe ji xweliya xwe ji nû ve afirandiye, ew gel dikare her tiştî bike û dikare felsefeya xwe ya jiyanê xurt bike."