Desteserkirina nameya Zazakî ket rojeva Meclîsê
Serokwekîlê Koma HDP’ê Baluken nameya Zazakî ya ji Girtîgeha Tekîrdagê hatibû nivîsin hatibû desteserkirin, bir rojeva meclîsê.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Baluken nameya Zazakî ya ji Girtîgeha Tekîrdagê hatibû nivîsin hatibû desteserkirin, bir rojeva meclîsê.
Serokwekîê Koma HDP’ê Baluken nameya Zazakî ya ji Girtîgeha Tekîrdagê hatibû nivîsin hatibû desteserkirin, bir rojeva meclîsê. Baluken da zanîn bi mînakek ku kêmasiya demokrasiya li Tirkiyeyê krîstalîze bûye re rû bi rû ne û ji hikûmetê re got ku fikreke we ya ku hûn lêborînê ji gelekî ku zimanê wan tine hatiye hesibandin, bixwazin heye yan na.
Baluken der barê qedexeya Zazakî ya li Girtîgeha Tekîrdagê pêşnûmepirsek da Wezîrê Dadê Kenan Îpek.
Baluken di pêşnûmepirsê de got: “Mînakên herî şênber ên li dijî zimanê dayikê ya li Tirkiyeyê li girtîgehan tê jiyîn. Pêkanînên dij hiqûqî û dij demokratîk li girtîgehan bi kûrahî dikin jiyanê. Li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê nameya ku bi zaravayê Kurdî, Zazakî hatiye nivîsin bi hinceta ku ‘zimanê nayê zanînê ye’ ji bo bê wergerandinê şandina Zanîngeha Namik Kemal û Midûriyeta Polîsan a Tekîrdagê. Piştî ku her du saziyan ev werger nekirine, name hatiye desteserkirin.”
Baluken got ku ev di alî mafê ziman a gelan de nayê qebûlkirin.
Baluken ji bo Wezîr Îpek bibersivîne ev pirs pirsîn:
“Hinceta desteserkirina nameya Zazakî çi ye?
Astengkirina mafê ragihandin û têkiliyê ya girtiyan, îzaha wê çi ye?
Pirtûk û nameyên bi zaravayên Kurdî tên nivîsin tên desteserkirin. Aliyê vê yê hiqûqî çi ye? Der barê rêveberiya girtîgehê ya mijara gotinê ye de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na?
Piştî saziyên cuda yên dewletê niha girtîgeh jî dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’, ji vê qest çi ye?
Ev ziman li Tirkiyeyê ji aliyê mîlyonan ve tê bikaranîn, lê wek zimanê nayê zanîn tê nasîn, di aliyê siyasî û exlaqî de nirxandina vê çi ye?
Îzahkirina desteserkirina vê nameyê heye yan na?
Der barê ku hûn vê şermê ji holê rakin û ji gel lêborînê bixwazin de fikrek we heye yan na?”