Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ên Lûzern û Bîelê, kongreyên xwe yên duyemîn lidar xistin û lez dan xebatên xwe yên dema nû. Di axaftinên li kongreyan de peyama Ocalan a li Newroza Amedê hat xwendin hat silavkirin û ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê hat destnîşankirin ku divê her kes bi ruhê seferberiyê tevbigerin.
LÛZERN
Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk li Lûzernê, kongreya xwe ya duyemîn a asayî lidar xist. Di kongreya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de siyasetmedarê Kurd Sabrî Agir, Hevserokê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Swîsreyê Derwîş Arik û gelek Kurdistanî amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ser pêvajoya siyasî nîqaş hatin meşandin û bal hat kişandin ser girîngiya peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Newroza Amedê hat xwendin.
Agir û Arik di axaftinên xwe yên li kongreyê de girîngiya pêvajoya heyî nirxandin û diyar kir ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên parlamenteriyê de, dengê hilbijêrên li Ewropayê gelekî girîng e. Di axaftinan de hat ragihandin ku divê her kes ji bo hilbijartinan seferber bibin û destnîşan kirin ku bi têkoşîneke xurt re sala 2015'an ji her alî ve dikare bibe sala azadiyê.
Li dû axaftinan rapora salekê hat xwendin û piştî qebûlkirina raporê hilbijartin hat kirin. Di encama hilbijartinê de ji bo Hevserokatiya Meclîsa ji 43 kesî, Sabîha Yilmaz û Kadrî Ozkan hatin hilbijartin.
BÎEL
Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Bîelê jî kongreya xwe ya duyemîn lidar xist.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Berxwedan Serhat axivî û bal lkişand ser girîngiya pêvajoya Çareseriya Demokratîk a ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin û peyama dîrokî ya Ocalan destnîşan kir. Serhat anî ziman ku xebatên li Ewropayê tên meşandin bi salane tevkariyê li têkoşîna li welêt dikin û ragihand ku di vê demê de gelek wezîfe dikeve ser milê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn.
Piştî axaftina Serhat rapora salekê hat xwendin û bi qebûlkirina raporê re hilbijartin hat kirin.
Di encama hilbijartinê de ji bo Hevserokatiya Meclîsa ji 27 kesî Gulîstan Înanç û Hamza Menge hatin hilbijartin. Meclîs wê xebatên xwe yên dema nû bi komîsyonên rêxistinbûyîn, malbatên şehîdan, ciwan, têkiliyên derve, maf û edaletê bimeşîne.