'Ji Lênûskê Qîrînek' hat nîşan dan

Lîstika nû ya koma Şanoya Çiya ya ser bi Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan a TEV-ÇAND'ê ya bi navê 'Ji Lênûskê Qîrînek' hat nîşandan.

Newroz li Herêmên Parastinê yên Medya bi coş didome. Li qada gerîla huner dibe herêmeke ku heqîqeta xwe bi awayekî vekirî xwe îfade dike. Ji ber ku heqîqet xwe di qada hunerê de xwe bi awayekî balkêş tîne ziman, li herêmên azadiyê jî tê pêkanîn. Di rewşa heyî de di herikîna jiyanê de aliyê herî kurt û esas a lihevkirinê ye. Di qada hunerê de ku gerîla hemû hest, nêrîn, fikr, pêşniyar û rexneyên xwe bi rêyek kurt û rasterast di hêza hemû gerîla de nîşan dide. Me ji gerîlayan der barê lîstika nû ya şanoyê ya Şanoya Çiya ‘Ji Lênûskê Qîrînek’  nêrîn girt.

Rehşan Ararat diyar kir ew rêxistinbûna şanoyê çiqas fêm dikin û çawa digirin dest û wiha berdewam kir: “Fêmkirina Rêbertiyê û ji bo heqê jiyana ku wî afirandiye bê dayîn, rê û rêbaz li pêş bûn. Bi vî awayî wek kes jiyana ku pêşkêşî gel û rêxistinbûnê kiribû, çi bû, dihat bibîrxistin. Şanoya ku derfet da ku ev heqîqet nîşanî mirovan bê dayîn, ji bo ez hinek encaman derxim bû wesîle. Em ji bo vê şanoyê dikarin bêjin ku hemû çiya sahne û lîstikvanên wê ji gerîlayan hatibû avakirin û şanoyek mezin bû. Yanî lîstika şanoyê ya ku em ji me re vedigotin bû.”

Gerîlaya bi navê Denîz Zelal da zanîn ku ew li Akademiya Ş. Mehmet Goyî di perwerdehiyê de ye û ji ber vê jî gelek di bin wateya perwerdehiyê de maye û got: “Ji ber ku perwerdeyên me yên îdeolojîk û leşkerî pêk neyên, şaşiyên ku em dikin, dibe ku rê li ber gelek encamên xerab veke. Ev lîstik di gelek mijarê de bû alîkarî.  Ji jiyana me ne qutkirî bû.  Ji xwe PKK çanda perwerdeyê ye. Ji ber vê yekê girîngiya ku PKK dide perwerdeyê balê dikişîne. Ji xwe ev şano bi tena serê xwe xebatê perwerdeyê bû. Veguhestina tecrûbeyê bû.”

Mordem Devrîm jî anî ziman ku di rastiyê de aliyê dîrokî yê lîstikê hebû û got: “Pêşkêşkirina vê wek anîna ba hev a pêşeroj û paşerojê hat pêşkêşkirin. Bi tecrûbeyan ji îro pêşeroj çawa tê avakirin xweş hat pêşkêşkirin. Her wiha dîrok li dijî şaşiyan kîjan bersivan pêş dixe, encamên vê çine girîngiya derxistina encamê û li dijî vê pêngavên pratîk çi ne hat pêşkêşkirin. Azadî çi ye divê çawa bê fêmkirin, ji bo vê pirs pêş dixist. Hestên li herêmên azadiyê hatin jiyîn hat danîn. Ya li vir derket pêş, divê ev çawa bê jiyîn û çawa bê jiyandin bûn. Beşa ku herî zêde min eciband, beşa hevaltî çawa tê danîn bû. “

Sîpan Akçira jî da zanîn ku ji bo kêmasiyên li gerîla tê jiyîn bê rexnekirin û ji bo ev rexne bêkirin şano wek rê û rêbaz hilbijartin gelek girîng e û got: “Ji çand û exlaqê PKK’ê kêlî hatin nîşandan. Dema mirov temaşe dikin mirov kêfxweş dibin, dikenin. Lê dema naveroka vê bê dayîn divê baş bê fêmkirin.  Ji ber ev naverok tecrûbeyên PKK’ê digire nav xwe.”

Mahîr Jiyan jî got ku wan şano bi wateyan dane nasîn û wiha berdewam kir: “Mijara sereke ya tevgera felsefeya mirovê azad teşkîl digirt. Pêkanîna vê jî tê wateya ku hem di jiyanê de û hem jî di şer de serketinê qezenc bike.”

Siyabend Serhed jî got ku ev lîstik ji ber rê û rêbazên herî şênber a herî xurt a têkoşîn azadiyê digigirt nav xwe gelek tijî bû û ji ber ku ew parçeyekî vê şanoyê ye gelek kêfxweş e.

Mazlum Baz jî anî ziman ku wî lîstik gelek xweş dîtiye û di beşa dawî de dîroka çawa tê nivîsin ji gerîlayan re hat hiştin û ev jî kelecanek mezin dide me.