Li Metîna Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin

Bi rojane li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayên HPG-YJA Star'ê bi coşek mezin cejna Newrozê pîroz dikin. Newroz vê carê jî li herêma Metîna bi beşdariya bi hezaran kesî hat pîrozkirin.

Bi rojane li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayên HPG-YJA Star'ê bi coşek mezin cejna Newrozê pîroz dikin. Newroz vê carê jî li herêma Metîna bi beşdariya bi hezaran kesî hat pîrozkirin.

Newroza Metîna ya ku di 23'ê Adarê de pêk hat, bi rojan ji aliyê gerîlayên YJA Star û HPG'ê ve hem di warê ewlekariyê de, hem jî di warê avahî û pêdiviyên pîrozbahiyê de, bi kedek mezin hat amadekirin.

Mîna herêma Garê, li herêma Metînayê jî ji ber astengiyên PDK’ê, gerîlayan li gelek cihan asayîş danîn û gel bi rengek ewle derbasî qada Newrozê kirin. Gelê Kurd ê ku ji her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe da çiyayên azad, tevî astengiyan jî herikîn Metîna û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê, li ser navê Fermandariya HPG'ê Dogan Didêrî bixêrhatina gel kir û cejna wan a Newrozê bi van gotinan pîroz kir; "Li ser navê Biryargeha HPG em bixêrhatina we hemûyan dikin. Helbet li serê çiyayên Kurdistanê bi gelê xwe re Newroz pîrozkirin ji bo me cihê kêfxweşî û moralek mezin e. Em jî Newroza 2015, Newroza azadiya Rêber Apo, di serî de li Rêberê yekîtiya gelan, Rêber Apo, li şehîdên şoreşê, li dayikên şehîdan, li gelê xwe û li tevahî hevalên ku niha di sengeran de li ber xwe didin pîroz dikin."

Fermandarê HPG'ê Dogan Didêrî anî ziman ku roja Newrozê di çanda gelê Rojhilata Navîn de, bi taybet jî di çanda Kurdan de rojeke pîroz e û li dijî Dehaqan bûye sembola berxwedan û yekîtiya gelan. Didêrî bi van gotinan berdewam kir; "Newroz bi derketina tevgera azadiya Kurdistanê re, gihişt wateya xwe ya dîrokî. Gelê me şahidê vê ye. Tevgera me di derketina xwe de çanda berxwedanê, ruhê berxwedana Newrozê esas girt û xwedî li vê kevneşopiyê derket. Yekem kombûn û civandina tevgera me di sala 1973'an de di roja Newrozê de pêk hatiye. Damezrandina KCK’ê di sala 2005'an de di roja Newrozê de pêk hatiye. Rêheval Mazlûm di 21 Adarê de agirê Newrozê bi berxwedanî û şehîdbûna xwe geş kir. Şehîd Zekiye, şehîd Rehşan, Ronahî û Bêrîvan di şopa Mazlûm'an de di roja Newrozê de ev çanda berxwedanê bi agirê bedena xwe bilind kirin. Ev çand bi vî rengî bê navber berdewam kir û heya serketinê jî wê wisa pêşde biçe.

TI ÊRÎŞ WÊ NIKARIBE BERXWEDANA GELÊ ME BIŞKÎNE

Fermandarê HPG'ê di berdewamiya nirxandina xwe de bal kişand ser êrîşa Hesekê û anî ziman ku li hemberî van êrîşan, wê her dem ruhê Arîn û Gelhatan bi ser bikeve. Dogan bi van gotinan dawî li nirxandina xwe anî; "Di rojên dawî de êrîşek tirsonekî li bajarê Hesekê li dijî gelê me pêk hat. Ev bû sedem ku gelek mirovên me yên hêja jiyana xwe ji dest bidin. Em bi vê wesîlê şehîdên Hesekê bibîr tînin û em dibêjin ku wê ti êrîş nikaribe agirê Newrozê, agirê berxwedana me bitefîne. Ji ber wê divê gelê me ne tenê li dijî çeteyên DAIŞ'ê, divê li dijî tevahî hêzên faşîst destê xwe bidin destê hev, bi yek dengî van êrîşan şermezar bikin û yekbûn û hêza xwe ya parastina cewherî ava bikin. Gelê me di bin siya van êrîşan de, lê rexmî tevahî êrîşan bi ruhek fedayî Newroza 2015'an pîroz kir. Êdî gelê me bi fedakariyek bê sînor azadiya xwe û ya Rêberê xwe dixwaze. Em jî wek gerîlayên azadiya Kurdistanê dibêjin ku em ji bo her tiştî amade ne. Şoreşa Rojava bi ruhê Arînan, bi ruhê Diyar û Gelhatan ve tacîdar bû. Ev ruh daxwaziya beşdarbûna şoreşa azadiya Kurdistanê dike. Divê ala vî ruhî her bilind bê girtin. Em ê jî bi bilindkirina vî ruhê fedayî ve xwedî li tevahî erkên xwe derkevin. Bi hêz û morala ku me ji vî ruhî girtî, em careke din dibêjin hûn bi xêr hatin, Newroza we pîroz be."

Piştî nirxandinên fermandarê HPG'ê, pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin bi beşdariya hunermend Eylem, Diyar û stranbêjên gerîla ve berdewam kir. Pîrozbahî bi dirûşmên, "Bijî yekîtiya gelan”, “Bijî yekîtiya Kurdan”, “Şehîd Namirin” û “Bê Serok jiyan nabe"  bi dawî bû.