Artêşa Tirk qadên gerîla bombebaran kir
Artêşa Tirk bi obus û hawanan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.
Artêşa Tirk bi obus û hawanan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.
Artêşa Tirk bi obus û hawanan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, der barê bombebarana bi obus û hawanan û tevgera hewayî ya artêşa Tirk de agahî da.
li gorî daxuyaniya navendê, "Di 26'ê Adarê saet di navbera 16:00 - 17:00 de ji qereqola Dêrikê ya li qada Gerdiya ya Şemzînanê artêşa TC a dagirker bi obus û hawanan Girê û kaşê Sîro bombebaran kir.
Di 26'ê Adarê saet di di navbera 14:00 - 15:00 de, bi desteka pêgerên hewayî yên bê mirov, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li qadên Şehîd Rahîme û Şehîd Gafûr geriyan. Di heman saetan de li ser herêma Zapê balafirên şer ên artêşa TC firiyan.
Di 26'ê Adarê saet di navbera 18:30 - 22:30 de ji tabûra Topavêj a artêşa TC a li Girê Meymûn û gundê Bojehê yên li ser sînorê Heftanînê ye, qada Şehîd Kendal bi obus û hawanan hat bombekirin."