Li çiyayê Şengalê meşa ji bo 'naskirina jenosîdê'
Ji bo fermana 73'an a bi serê Êzidiyan de hat weke jenosîdê were qebûlkirin, Êzidiyên li çiyayê Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Şengalê meşek lidar xist.

Di meşê de bi dehan jin, zarok û welatiyên din ên Êzidî amade bûn.
Endamê Meclîsa Êzidiyan a Şengalê Xidir Salih piştî meşê daxuyaniyek da.
Salih destnîşan kir ku divê komkujiya bi serê Êzidiyan de hat, divê weke jenosîdê bê qebûlkirin
Salih got, "Em bang li dewletê navneteweyî dikin ku vê nas bikin. Li şûna pêşî li komkujiyên van rêxistinan were girtin, alîkarî tê dayîn. Divê Êzidiyên hatin girtin werin azadkirin."
Piştî daxuyaniyê welatiyan bê navber dirûşmên ‘Azadî ji kesên hatine girtin re, bijî Êzidîxan, bijî berxwedana Şengalê’ qîriyan û dawî li çalakiya xwe anîn.